Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe

  • rojane
  • 11:01 27 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE – Dîroktorê ÎHR’ê Mahmood Amiry Moghaddam da zanîn ku hikûmeta Îranê hewl da bi qutkirina înternetê re ji çalakvanan re bibêje “kesek dengê we nabihîze, we nabîne û em çi bixwazin dikarin bi serê we bînin” û wiha got: “Dixwazin motîvasyon û moralê çalakvanan xerab bikin. Lê di vê mijarê de bi ser neketin.” 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî li Îranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hat qetilkirin û çalakiyên ji bo Amînî hatine destpêkirin di roja 11’an de berdewam in. Rejîma Îranê jî hewl dide bi darê zorê, zextê, girtin, binçavkirin û kuştinan rê li ber çalakiyan bigire lê belê tevî hemû êrişên dijwar jî çalakvanan kolanan naterikînin. Çalakî, bi pêşengtiya jinên ku dersokên xwe derxistin û pora xwe jê kirin dest pê kirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, heta niha 54 kes ji hêla polîs û Mihafizên Şoreşê yên Îranê ve hatin qetilkirin û rejîm ji bo ku çalakî di qada navneteweyî de xuya neke jî serî li qutkirina înternetê da ye.                          
 
Dîrektorê Komeleya Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Amiry Moghaddam têkildarî çalakiyên li Îranê bi ajansa me re axivî. 
 
Moghaddam di serî de bal kişand ser çalakiyên di sala 2019’an de hatibûn kirin û wiha got: “Rayedarekî îranî ku navê xwe aşkera nekiribû têkildarî encamên çalakiyên mijdara sala 2019’an bi Reutersê re axivîbû û diyar kiribû ku di çalakiyan de 500 kes hatine kuştin. Weke Komeleya Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî me karî tenê kuştina sed kesan teyîd bikin. Lê belê gelek rapor hatin ber destê me ku gef li malbatan hatibûn xwarin ku derheqê mirinan de neaxivin. Lê belê dema em li encamên xebatên xwe dinihêrin, di çalakiyên mijdara 2019’an de zêdetirî hezar û 500 kesan hatibûn kuştin. Lê ji ber astengiyên ragihandinê, gefên rejîmê yên li ser malbatan û gefên kuştinê yên li ser me, hejmara rast nehat parvekirin. Lê belê hejmara ku komeleya me piştrast kirî 328 û ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî piştrast kirî 324 bû. Rayedarên îranî bi xwe jî weke 200 kes destnîşan kiribûn. Lê tu carî negotin bê ka kê ev 200 kes kuştine. Dema peywirdarên Îranê sûcan dikin, kesek hesabê nade.”
 
BI HEZARAN KES HATIBÛN BINÇAVKIRIN
 
Bi domdarî Moghaddam diyar kir ku di çalakiyên mijdara 2019’an de bi hezaran kes hatin girtin û ev tişt anî ziman: “Gelemperiya van di nava çendek mehan de hatin berdan. Ji bo berdanê kefalet hat xwestin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hejmareke zelal di destê me de nîne lê em dizanin ku hejmareke ji wan niha hêj di girtîgehê de ne. Her wiha li hinek girtiyan cezayê îdamê lê hat birîn. Lê kesek nehat bidarvekirin. Ji bo sekinandina cezayê îdamê yê 5 kesan di qada navneteweyî de kampanyayên mezin hatin destpêkirin. Dê bedela polîtîk a van kesan ji bo Îranê giran bûya. Lewma rejîmê cesaret nekir wan îdam bike.” 
 
‘DIXWAZIN MORALÊ ÇALAKVANAN XERAB BIKIN’
 
Di berdewamê de Moghaddam qala sedemên qutkirina înternetê kir û wiha axivî: “Du sedemên qutkirina înternetê hene. Ya yekemîn; naxwazin sûcên wan bi rapor û dîmenan bên îspatkirin û bi cîhanê re bên parvekirin. Lê sedema herî girîng ew e ku dixwazim bibêjin; ‘kesek dengê we nabihîze, kesek we nabîne û em çi bixwazin dikarin bi we bikin.’ Bi vê yekê re motîvasyon û moralê çalakvanan xera bikin. Lê heta niha di vê mijarê de bi ser neketine. Bi roja ye înternet girtî e lê li şûna ku kolan vala bibin, roj bi roj bêhtir tije dibin. Bêguman fikarên me hene ku bi tijebûna kolanan re dê tundî jî zêdetir bibe.” 
 
‘TU AGAHÎ JI ŞINO NAYÊN GIRTIN’
 
Çendek roj berê agahî dihatin ku bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistanê bi temamî ketiye destê çalakvanan. Têkildarî agahiyên dawî yên li Şino jî Moghaddam wiha got: “Ji bilî parvekirinên çalakvanên kurd ên li hundirê Şinoyê, em tu agahiyan ji wir nagirin. Bi tu awayî mirov nikare ji hundirê Şino agahî bistîne. Li wir çi diqewime haya kesekî jê nîne.” 
 
‘HEJMARA KESÊN TÊN ÎDAMKIRIN ZÊDE DIBE LÊ GEL NATIRSE’
 
Têkildarî aqûbeta çalakvanên tên binçavkirin û girtin Moghaddam ev tişt anî ziman: “Me rewşa girtiyên di çalakiyên din de dişopand lewma xwedî tecrûbe ne. Dê her cureyên zor û zextê biceribînin. Dê girtiyan îşkence bikin. Dê bi darê zorê bi wan bidin gotin ku piştgiriya aborî ji hêzên derve digirin û fermanê ji wan digirin. Her tim vê rêbazê diceribînin. Rejîma Îranê her tim dixwaze bibêje gel, pirsgirêka min bi we re nîne lê bi hêzên derve re heye. Weke ku hûn jî dizanin Îran bi îşkence û nêzikatiya xerab bi nav û denge. Mixabin dê ev tişt pêk bên. Bi destpêkirina çalakiyan re hejmara kesên tên bidarvekirin zêde bû. Rejîma Îranê ji bo tirsandina civakê, îdamê weke rêbazek bi kar tîne. Lê belê ev jî êdî bi kêr nayê. Hejmara kesên tên darvekirin zêde dibe lê tevlibûna çalakiyan zêdetir dibe.”
 
‘BIRÎNDAR BÊYÎ KU BÊN DERMANKIRIN DIŞÎNIN NEXWEŞXANEYÊ’
 
Moghaddam, da zanîn ku Îran li gorî ti berpirsyariyên navneteweyî tevnagere û ev agahî parve kirin: “Rapor di destê me de hene ku bi rêya ambulansan polîs û muhîmat tên veguhestin. Heta kesên binçavkirî têxin van wesayîtan. Birîndarên di ambûlansê de jî li şûna nexweşxaneyê, dibin cihên nayên zanîn. Lê ev agahî me hêj piştrast nekiriye. Di çalakiyên wiha mezin ên li Îranê de her tim hejmareke zêde ya polîsan li nexweşxaneyan tên bicihkirin. Hêj birîndar nehatin dermankirin îfadeyên wan digirin û gefan li bijîşkan dixwin ku agahiyê nedin derve. Heta gelek caran birîndarên giran bêyî ku werin tedawîkirin dişînin girtîgehê.” 
 
JO BO ROJNAMEGER Û CÎHANÊ BANG
 
Herî dawî jî Moghaddam ev bangawazî li rojnameger û raya giştî ya cîhanê kir: “Hemû sazî û rêxistinên li ser mafên mirovan niha li Îranê xebatan dimeşînin, di bin talûkeya hikûmeta Îranê de ne. Lewma em baş pê dizanin ku dê tiştên weke girtina malperên webê, êrişên sîberê û girtin çêbibin. Em jî hewl didin li dijî van êrişan tevdîrên xwe bigirin. Lê carnan ev tevdîr bi têrî nakin. Lewma banga me ya ji bo civaka navneteweyî û rojnamegeran ev e; di serî de ji ewil her kesên derheqê qadê de xwedî agahî bila ji ewil li ser hesabên me yên medyaya civakî agahî bidin me yan jî Hengaw, KHRN û saziyên din. Bi hezaran îraniyên li dîasporayê hene ku malbatên wan jî li vê derê ne. Ew jî dikarin agahiyan bi me re parve bikin. Van agahiyan bi me û rojnamegeran re parve bikin. Ji bo ku dengê kesên li Îranê daketine kolanan were bihîstin, ev yek girîng e. Rayedarên Îranê înternet qut kirin ji ber ku naxwazin dengê me were bihîstin. Dixwazin bibêjin kesek dengê we nabihîze û em çi bixwazin dikarin bi serê we bînin. Lê dema çapemenî nûçeyên berxwedêran diweşînin, ev yek motîvasyon û moralê berxwedêran gelek xweş dike. Her wiha ji bo rejîma Îranê jî hişyariyeke. Ji rejîmê re tê gotin ku dinya we temaşe dike û hûn dê hesabê bidin.” 
 
MA /  Gozde Çagri Ozkose
 

Sernavên din

07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê
21:39 Bendava Sûltansûyûyê piştî erdhejê tê valakirin
21:38 Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da
21:18 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate girtin
21:05 Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:58 DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene
20:55 Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da
20:43 Li Mêrdînê di 15 avahiyan de xesar çêbûye, 4 avahî hatin valakirin
20:13 Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê
20:06 Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe
19:39 Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin