Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin

  • rojane
  • 16:08 20 Îlon 2022
  • |
img
KONYA - Di danişîna doza qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari de parêzeran xwest ku bersûcên negirtî tên darizandin, bên girtin. Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. 
 
Di 30’ê tîrmeha sala 2021’an de nîjadperestê bi navê Mehmet Altun li navçeya Meram a Konyayê êrişî malbata Dedeogûllari kir û ji heman malbatê 7 kes qetil kirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û 4’emîn danişîna dozê ku kujer Mehmet Altun û 9 endamên malbatên Çalik û Keleş ku weke pêdanker tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin. Di danişînê de li gel parêzerên her du aliyan, her wiha parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên malbata Dedeogûllari amade bûn. Kujer Mahmet Altûn ku niha girtî ye û Velî Keleş û Lutfî Keleş ku di çarçoveya komkujiya li dijî Dedeogûllari di 12’ê gulanê de hatibûn girtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
DAXWAZA ‘BILA 9 BERSÛC BÊN GIRTIN’
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji parêzerên malbatê Atîlla Kart, da zanîn ku ji destpêka lêpirsînê heta niha rastî astengiyan tên û ewraqên dixwestin jî ji wan re nehatine dayîn. Kart, bi domdarî diyar kir ku di 29’ê gulana 1993’yan de li bajarê Solingen ê Almanyayê di encama şewitandina malbata Genc a tirk de ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Hikûmeta Almanyayê têkildarî bûyerê qala ‘hesta şermê’ kir. Divê li Tirkiyeyê jî heman feraset pêş bikeve. Ji bilî Altûn, her 9 bersûcên din di dosyayê de tenê bi awayeke şiklî tê de cih digirin.” Kart, bal kişand ser hevkariya di navbera bersûcan û hewldana lixwegirtina sûc de û ev tişt anî ziman: “Divê têgehên sorkirinê û hewldana sûc dîsa bên nirxandin. Axaftinên di navbera bersûcan de baş li rapora nehatine nivîsandin. Ez dixwazim ku qeyd bên dayîn. Hewceye şandeya dadgehê tevdîrên usûlî bigire. Dixwazim ku her 9 bersûc bên girtin. Heta ku ev tevdîr neyên girtin, em dibînin ku delîl tên tunekirin. Ji bo derxistina holê ya rastiya madî, gelek berpirsyarî dikevin ser milê dadgehê. Hem dozgeriyê û hem jî hêzên ewlekariyê di dema lêpirsînê de peywira xwe xerab bi kar anîne.” 
 
BERSÛC GUH NEDA PIRSAN
 
Ji parêzerên malbatê Abdurrahman Karabulut ev pirs ji kujer kir: “Te çima ew însanên qetil kirin weke terorîst pênase dikir?” Karabulut, gotinên kujer Altûn ên di dema girtîgehê de li ser telefonê digot; “Polîs bo min bûn alîkar” jî bi bîr xist û pirsa “Kî ji te re bû alîkar” kir. Kujer Altun jî li hemberî van pirsan got “nayê bîra min” û her wiha got “heke ez bibêjim jî tu fêm nakî.”  
 
DAXWAZA KU DERHEQÊ ZEHRA ALTUN DE LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN 
 
Parêzer Karabulut bi domdarî bal kişand ser hevdîtinên Altun ên bi Navenda Bangkirinê ya 112 û bi emniyetê re û da zanîn ku dibe bi van qeydan re komkujî bê ronîkirin. Karabulut, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev demekî dirêj e em daxwaza van qeydên hevdîtinê dikin lê li dosyayê nehatin zêdekirin. Ev kes nikare vê komkujiyê bi tena serê xwe bike. Divê derheqê xizmên Altun de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Di roja komkujiyê de Zehra Altun 51 caran bi kujer re hevdîtin kiriye. Lê heta wê rojê di navbera wan de qet hevdîtin çênebûne. Xuyaye ku haya wê ji hinek tiştan heye. Ez dixwazim ku derheqê Zehra Altun de lêpirsîn bê destpêkirin û weke bersûc lê were guhdarîkirin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ DA
 
Parêzer Ebrû Akkal jî xwest ku li ser SEGBÎS’ê li Dogan Soylemez û Emre Uzun ku kujer Altun bi wan re li hotêlê mabû û bersûcên din bên guhdarîkirin. Akkal got ku hêj tevahiya delîlan nehatine bidestxistin, bal kişand ser poîtîkaya necezakirinê û xwest ku hemû bersûc bên girtin. Akkal, axaftina xwe wiha domand: “Temamiya rewşên necezakirinê yên di hiqûqa navneteweyî û peymanên ku Tirkiyeyê îmzekirin di vê dosyayê de hene. Em dixwazin ku dozger û şandeya dadgehê ya di vê dosyayê de biryareke wisa bidin ku bi salan piştre derkeve pêşberî mirovan.” 
 
‘BILA OTOPSIYÊ BIŞÎNIN ATK’Ê’
 
Parêzer Ozum Vurgun jî li Amedê ser SEGBÎS’ê beşdarî danişîn bû û ji kujer Altun pirsa “gelo te qet çek bi kar anî ye” kir. Kujer Mehmet Altun jî weke bersiv got; “Min bi kar ne anî ye. Tu fêm dikî? Ez bi tirkî diaxivim.” Parêzeran bertek nîşanî bersivên kujer Altun da û ji şandeya dadgehê xwest ku kujer hişyar bike da ku birêzgirî biaxive. Li ser vê yekê serokê dadgehê got; “Ji min re nebêjin bê ka dê çawa tevbigerin.” Parêzer Vurgun, xwest ku girtekên otopsiyê û girtekên dîmen ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin. Her wiha Vurgun, diyar kir ku ji ber polîtîkaya necezakirinê li gelek deverên Tirkiyeyê li dijî kurdan êrişên nîjadperest tên kirin û xwest ku kesên di demên berê de di dosyayê ji sûcê “sorkirinê” dihatin darizandin û beraetkirin bên girtin. 
 
 
ULKUCU HATIN EYWANA DANIŞÎNÊ
 
Piştre jî mafê axaftinê da parêzerên bersûcan. Balkêşe ku di dema axaftina parêzerên bersûcan de bi dehan endamên ocaxên ulkuyan ketin eywana danişînê. 
 
Dadgehê piştî navbera bi 45 deqeyan, biryara xwe ya navberê da. Dadgehê biryar da ku ji bo qeydên 112 û 155’ê muzekkere bê nivîsandin. Şandeya dadgehê daxwaza lêpirsîna derheqê kesên negirtî tên darizandin û daxwazên din red kir. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya bersûcên girtî bidome û doz taloqî 27’ê cotmehê kir. 
 
SERLÊDANA SÛC A NÛ 
 
Piştî danişînê, parêzeran daxuyanî dan. Ji parêzerên dozê Atîlla Kart diyar kir ku komkujî tenê ji hêla kujer Altun ve nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Bi zanebûn telefona li destên cuda daye gerandin û sînyala wê li gundê Saraçoglû da ye. Xuyaye ku êriş ji hêla vê komê ve hatiye kirin. Tevî delîlên nû jî ji hêla dadgehê ev pirsgirêk her ku diçe girantir dibe. Dadgehê careke din nîşan da ku dê peywira xwe baş bi kar neyîne. Em ê derheqê dosyayê de serlêdanên sûc ên nû bikin.” 
 
‘JI BO TIRKIYEYÊ ŞERM E’ 
 
Ji ÎHD’ê Sevînç Koçak jî daxuyand ku divê êrişeke li dijî nasnameyekê weke sûcê li dijî mirovahiyê bê nirxandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komkujiya hatiye kirin paşguh dikin û doz hêj berdewam e. Ev yek li ser navê Komara Tirkiyeyê şerme. Weke ÎHD’ê em ê dozê bişopînin û banga me li dozger û şandeya dadgehê ew e ku li gorî hiqûqê tevbigerin.” 
 

Sernavên din

24/09/2022
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin