ŞIRNEX - Li dijî herêma leşkerî ya çoltera Newala Nerdîşa Sîlopiyê êrîş pêk hat û di êrîşê de herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
Li dijî herêma leşkerî ya çoltera Nerdîşa navçeya Sîlopî ya Şirnexê serê sibê bi roket û çekên lûle dirêj êrîş pêk hat. Piştî êrîşê pevçûn derket û di pevçûnê de herî kêm 6 leşker birîndar bûn. Ji 6 leşkerên birîndar 4 jê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û 2 leşkerên din jî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li herêmê operasyonek berfireh hat lidarxistin.