Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye

  • rojane
  • 11:15 20 Îlon 2022
  • |
img
 
Çapemeniya azad, 33 sal in bi dehan rojname, radyo, ajansên nûçeyan û kovaran li hemberî serdestan dibe deng, gotin û çavê gel û heqîqetê derdixe holê. Helbet me jî dixwest em bi rojname, ajans û radyoyên bi heman navî xwe bigihînin gel, lê nebû. Kî desthilat be bila bibe, qet ferq nake; yên ev rojname, radyo û ajans girtin û bombe kirin, ew in. Lê her ku wan wiha kir, me ew bi navên nû ava kirin û me bi heman ruhî da ser rêça heqîqetê. Em hebûn, hene û em ê hebin. Jixwe me ev yek gelek caran di manşetên rojnameyên xwe de jî nivîsiye. Desthilat hatin û çûn. Li gor heyamê geh hişk geh jî nerm bûn, lê li hemberî wan qethiyen me dest ji heqîqetê berneda. 
 
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku di 4'ê Nîsana 2002'yan de bi dirûşmeya "Em ji rastiyê tawiz nadin" dest bi weşanê kir û di 14 salên weşana xwe de mudaxileyeke tund li feraseta çapemeniya li Tirkiyeyê kir û bi vî awayî bû markayek, di 30'yê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a hikûmeta AKP'ê hat girtin. 
 
Piştî DÎHA hat girtin bi 14 rojan, yanî di 14'ê Mijdara 2016'an de, li dijî tarîtiya Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK), bi dirûşmeya "Rastî dê di tariyê de nemînin" dîhaber dest bi weşanê kir. dîhaber jî eynî wekî DÎHA'yê, di nîvê şeva tarî ya 25'ê Tebaxa 2017'an de bi KHK'ya Hejmar 693'yan hat girtin. Desthilat ku hewl dide bi Rewşa Awarte û KHK'yan li ser pêyan bimîne, tenê 9 meh û nîvan hewldana ji bo heqîqetê ya dîhaberê deyax kir. Desthilat ji girtinê, rojnamevanên ji kelepora çapemeniya azad jî ji ragihandina heqîqetê û nûçeyên rast bêzar nebûn û newestiyan. 
 
Em rojnamevanên ku tu carî naxwazin gel ji nûçeyan bêpar bimîne, bêyî bi derengî bikeve em li hev kom bûn û di 20'ê Îlona 2017'an de wekî em bibêjin "cardin em", me bi nûçeya "Belgeya ku xebatkarên edliyeyê pê hatin fîşkirin di nava dosyeyê de hatiye jibîrkirin" Ajansa Mezopotamyayê (MA) gihand ber destê we. Em şopdarên kelepora çapemeniya azad, di heyameke wisa de ku dihat xwestin tevahiya civakê di tarîtiyê de bê hepskirin, me bi pizotê çiraya dihat tefandin çirayek din vêxist û tevî gelên li dijî tarîtiyê li ber xwe didin, me pêl bi pêl ronahiya vê çirayê belav kir.  
 
Me 4 sal li dû xwe hiştin û em îro di 5 saliya xwe de dibêjin merheba. Îro em dibînin ku desthilata dixwest me radestî tarîtiyê bike, ne wekî roja ku me dest bi weşanê kir bihêz û xwedîşayan e. Lê me, azmûn û tecrûbeya 33 salan jî li vî 5 salên xwe bar kir û em hîn bêtir bihêz û xurt in. Ji lew re em hevrêyên wan rojnamevanan in; rojnamevanên ku dizanibûn dê ronahî tarîtiyê têk bişikîne û ji ber hindê mineta xwe ji kesekî negirtin û netirsiyan: Gurbetellî, Apê Mûsa, Ferhat, Orhan, Safyettîn, Cengîz, Metîn, Nûjiyan, Denîz, Agirî, Rizgar û Mazlûm...
 
Ji roja ku me dest bi weşanê kiriye heya niha malpera me ya înternetê 34 caran hatiye astengkirin. Rûpela me ya facebookê ya pesendkirî bi daxwaza desthilatê hat girtin, hesabên me yên medyaya sanal hatin sînordarkirin, kamerayên nûçegihanên me hatin desteserkirin, wênegirên wan hatin şikandin. Bi dehan nûçegihanên me hatin binçavkirin û girtin, gef li wan hatin xwarin, heqaret li wan hatin kirin û doz li ser dozê li wan hatin vekirin. Lê Ajansa Mezopotamyayê gavek jî paş de neavêt. Tenê ne li seranserê welêt, li seranserê cîhanê jî îmze danî binê nûçeyên girîng. 
 
Raya giştî cenazeyên bi posteyê hatin şandin, hestiyên ji goristanan hatin derxistin û di bin peyarêyan de lis er dilê hev hatin veşartin, qedexekirina axaftina bi kurdî li dibistanên seretayî, organîzasyonên fuhûşê yên li konên ji bo sûriyeyiyan hatine çêkirin, tiştên malbata parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz anî serê malbata Şenyaşarê, komkujiyên li Pirsûs û Ebqereyê û îfadeyên emîrê DAIŞ'ê yê derbarê şewitandina 2 eskerên ji tirkiyeyî, lînçkirin û kuştina malbat û karkerên kurd ên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, telefonên ku polîsan bi hinceta qaçax in ew desteser kirin û diyarî hevjînên xwe kirin, çerxa bertîlê ya qeyûmên tayinî şaredariyên HDP'î hatin kirin, gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin, li girtîgehan mirina biguman a girtiyan, penaberên di rêya koçberiyê de hatin windakirin û di çeman de hatin fetisandin, îşkenceya eskeran a li gundiyan, qirkirina daristanên Şirnexê, cinayetên bi destê wesayîtên zirxî tên kirin, di dozên polîs û eskeran de polîtîkaya bêcezatiyê, zilma DEDAŞ'ê, karkerên keda wan tê xwarin û cinayetên karî, komkujiyên jinan, bavê ku li edliyeyê hestiyên kurê xwe di hundirê qutiyekê de wergirt û gelek nûçeyên girîng ji Ajansa Mezopotamyayê hîn bû.
 
Ajansa Mezopotamyayê ku bi kurdî, tirkî û îngilîzî weşana xwe dike, serpêhatiya çapemeniya azad didomîne. Em malavayiya we şopdarên xwe dikin, ji ber ku hûn me bi tenê nahêlin.
 
Ajansa Mezopotamyayê (MA)
 

Sernavên din

24/09/2022
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin