NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên li ser Efrînê di roja 58'an de berdewam dike. Li aliyê din Tirkiye bi hesabê ku bajar têxe kontrola xwe û serdestdiyê li herêmê bike, bi kesên ji derve bîne û li vir bi cih bike re amadekariya "Kongreya Rizgarkirina Efrînê" dike.
Tirkiye bi hêza leşkerî ya TSK'ê û OSO 58 rojin bi tang, top û balafirên şer Efrînê bombe dike. Piştî bajarê Efrînê xist bin dorpêçê bombekirina li ser bajar zêde kir. Heta niha ji ber ku bi dehan sivîl di bombekirinê de jiyana xwe ji dest dan bi hezaran welatî neçar man ku koç bikin. Hat diyar kirin ku TSK û OSO firin, şebekeyên avê û nexweşxaneyan dikin hedef. Tevî hemû êrîşên tang û topan QSD li dijî êrîşan berxwedana xwe berdewam dike. Tirkiye armanc dike ku dagirkirina xwe ya li ser axa Efrînê berdewam dike û zarê li sedhezaran welatiyên ku bi salan e di nava aştî û aramiyê de dijî ji axa wan koçber bike. Tikiye dixwaze heta dawi li ser axa Efrinê serdestiyê ava bike.
DÊ LI DÎLOKÊ CIVÎNÊ PÊK BÎNIN'
Hat diyar kirin ku Tirkiye ji bo li ser axa Efrînê dagirkeriya xwe mayinde bike dixwaze li Dîlokê bi kesên ji derve anîn û dixwaze li Efrînê bi cih bike "Kongreya Rizgarkirina Efrînê" pêk bîne. Di êrîşên li ser Efrînê bi sedan sivîl hatin kuştin û bi sedan sivîl birîndar bûn. Tevî Erdogan dibêje "Armanca me ne dagirkerî ye" jî ala mezin a Tirk li Cindirêse vekirin û niha jî balkêşê civîna bi navê "Kongreya Rizgarkirina Efrînê" pêk bînin. Niha ji bo herêma Efrinê di nava xwe de parve bikin li Dîlokê civinê pêk tînin.
DÊ KESÊN BIYANÎ TEV LI CIVÎNÊ BIKIN
Hat diyar kirin ku nêzî 80 - 100 kesên ku ji Ewropa Tirkiye yên eleqeya wan û herêmê bi hev tune ye vexwandine civînê. Dîsa dê meclîsa ji 15-20 kesan pêk tê ava bikin.
Ji kesên bang li civînê kirine yek jê navê wî û yê din jî profilê wî naveroka civinê diyar dike. Yek ji kesê beşdarî civinê bibe Endamê Konseya Neteweya Kurd ê Sûriye (ENKS) Hasan Şindî yê bi nêzîkatiya Tirkiye û PDK'ê tê zanîn e. Şindî wekî rêberê kurdan hatiye pênasekirin. Sîndî daxuyanî da Ajansa Anadolu (AA) û got: "Di vê operasyona (Zeytin Dalı) de Afrin ji terorê hat paqijkirin. Afrîn ya miletê me ye. Ne ya PKK’ê ye. Afrîn ji Tirkiye pir hez dike."
Şindî bêyî ku guntên ji aliyê TSK û OSO ve hatin bombekirin û sivîlên hatin kuştin bibîne got "Piştgiriya Tirkiye pir girîng e. Em birayên biçûk in."
Şîndî îdîa kir ku dê axa Efrînê bidin welatiyên Efrînê yên koçî Tirkiye kirine û li wir yekîneyên polîsan ava bikin.
Civîna ku li Dîlokê tê plankirin roja wê û cihê wê nehat diyarkirin.