Nexweşê penceşêrê Huseyîn Dûrmaz bila bê berdan

  • rojane
  • 15:56 19 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzer û malbata girtiyê nexweşê penceşêrê Huseyîn Durmaz diyar kirin ku tedawî kirina wî ya li girtîgehê ne pêkan e û xwest ku Dûrmaz bê berdan. 
 
Yekitiya Têkoşînê (Mucadele Bîrlîgî) têkildarî rewşa girtiyê nexweşê giran ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn pankarta “Ji Huseyîn Dûrmaz re azadî, bila zindan hilweşin, ji girtiyan re azadî” û wêneyên Huseyîn Dûrmaz hatin vekirin. ÎnîsiyatîFA Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û ÎHD’ê piştgirî da daxuyaniyê. Xwişka Dûrmaz Şerîfe Taşkin jî beşdarî daxuyaniyê bû. 
 
‘GELEK PIRSGIRÊK HENE’
 
Ewilî ji Yekitiya Têkoşînê Fatma Yildirim, nameya ku Dûrmaz şandibû xwend. Yildirim, diyar kir ku Dûrmaz di nameya xwe de gotiye ku ne pêkane di girtîgehê de bê dermankirin. Yildirim a nameya Dûrmaz xwend, wiha got: “Hem xwarin vexwarin, hem paqijî hem jî cih ne guncav e. Di çûyîn û hatina nexweşxaneyê de gelek pirsgirêkên weke wesayîtên ring, her tim leşker li cem te bin, pirsigirêkên bi dest xistina xwarinê, bisînorbûna malzemeyên paqijiyê gelek pirsgirêk hene. Elbet di serî de moral û motivasyon. Her tim tê gotin ku ji bo tedawiya kanserê baş e. Kes motivasyona bi kelemçe û ya bêkelemçe nîqaş nake.”
 
Yildirim, da zanîn ku Yilmaz di nameya xwe de diyar kiriye ku dizane ku di pêvajoyeke zehmet de derbas dibe, moralê wî baş e û wiha gotiye: “Ez difikirim ku min dest bi şerekî nû ku ez ê bi ser bikevim kiriye.”
 
DAXWAZA BERDANÊ 
 
Dû re xwişka Dûrmaz, Şerîfe Taşkin axivî û diyar kir ku birayê wê beriya 2 hefteyan lê geriyaye gotiye nexweş e. Taşkin, da zanîn ku birayê wê nexweşbûna xwe bi malbatê re parve nekiriye û wiha got: “Got ku baş e lê pêdiviya wî heye ku ji derve xwarinê bigire. Ji ber bi wesayîta rîngê tê û diçe rîska mîkrop girtinê heye. Ez dixwazim birayê min bê berdan.” Taşkin, bi lêv kir ku her tim li cem birayê xwe ye û anî ziman ku li bendê ne ku herkes piştgiriya manewî bidine wan.
 
‘LI GIRTÎGEHÊ NE PÊKAN E’ 
 
Parêzera Dûrmaz, Seher Dûrsûn, da zanîn ku piştî teşhîsa penceşêrê serlêdana taloqkirina înfazê dane û têkildarî vê yekê hêj bersiv negirtine. Dûrsûn, destnîşan kir ku tedawiya Dûrmaz a di girtîgehê de ne pêkan e û wiha got: “Ji ber ku divê şertên paqijiyê baş bin. Divê biçe nexweşxaneyê û were. Di destê me de lîsteya parêzê heye. Me ev ji girtîgehê jî ragihand lê nepekane girtîgeh vê pêşwazî bike. Divê bê xwê bixwe lê ne pêkan e ku vê pêk bîne. Divê sebze û fêkî yên dixwe bên paqijkirin. Ev hemû bên pêşwazîkirin jî ji bo baş bibe moral û motivasyon hewce ye. Ev li girtîgehê ne pêkan e.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ 
 
Dûrsûn, bi lêv kir ku hemû serlêdanên hiqûqî kirine, divê rapora nexweşxaneyê ya Dûrmaz derkeve û sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) bibe. Dûrsûn, da zanîn ku divê ATK biryara berdana Dûrmaz bide û bang li herkese kir ku xwedî li girtiyên nexweş bê derketin.
 
‘DIVÊ DEMILDEST BÊ BERDAN’
 
Dû re li ser navê Yekitiya Têkoşînê Muhammet Hîzmetçî metnê daxuyaniyê xwend û qala girtin û nexweşiya Dûrmaz kir. Hîzmetçî destnîşan kir ku Dûrmaz nikare di şertên girtîgehê de bê dermankirin û divê demildest bê berdan. 
 

Sernavên din

24/09/2022
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin