STENBOL - Li Pendîkê avahiya 2 qatî şewitî û avahiyê zirarek mezin dît.
Li Taxa Goçbeylî ya navçeya Pendîkê ya Stenbolê, avahiya 2 qetî şewitî û nehat zanîn ka ji ber çi avahî şewitiye. Di saetên serê sibê de avahiya binê wê weke restorant dihat xebitîn şewitî û di demek kîn de agir li tevahiya avahiyê belav bû. Welatiyên şewat dîtin bi derfetên xwe mudaxileyê şewatê kirin û agahî dan ekîbên agirkujan.
Ekîbên agirkuj ên hatin cihê bûyerê, piştî hewldana saetek şûn de şewat vemirandin. Di şewatê de kesek nemir, lê zirarek mezin a aborî di avahiyê de rû da.