Leyla Guven: Serdest ji miriyan çi dixwazin?

  • rojane
  • 12:16 19 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku têkildarî nêzîkatiya cenazeyan a desthilatan ji dîrokê heta îro nivîsek nivîsand, wiha got: “Kesên ku zarokên we di qûtiyekê an jî kîsekê de bi cih kirin wê teqez li pêşberî dîrokê hesabê bidin.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, piştî ku hestiyên Hakan Arslan piştî 7 salan di kîsekî de dan bavê wî, li ser nêzîkatiya desthilatan a cenazeyan nivîsek nivîsî. Nivîsa Guven a di beşa ji pênûsa jinan de hatiye weşandin wiha ye: 
 
“Ji Hallaci Mansûr heta Manî, ji Hygîeîa heta Şêx Seîd û Seyît Riza, gelo serdest ji mirî an jî cenazeyan çi dixwazin?
 
Ji roja pergala serdestiyê hatiye avakirin heta niha şer, pevçûn her tim hebûn. Demên ku hêj hiqûq tunebû civakan xwe bi rêbazên exlaqê bi rê ve dibirin. Di qanûnên wê demê de ku heta îro didome rêbazek nêzîkatiya li hember mirî an jî cenazeyan bû. Mînak di şer û pevçûnên di navbera welatan de cenaze dihatin radestkirin û li gorî wecîbeyên olî dihatin definkirin. Yanî exlaqeqî pevçûn û şeran hebû. Piştî sedsalên derbas bûye tevî rêbazên rêzê ya li hember miriyan, li vî welatî 50 sal e li hember miriyên kurdan êrîşên mezin hatine kirin û bêrêzdarî tê nîşandan.
 
Di salên 90’î de bernameya Anadoludan Gorunum a di qenala dewletê de dîmenên ciwanên kurd yên ku ji aliyê leşkeran ve serî û organên wan hatine jêkirin nîşan dida. Piştî salên din cenazeyen kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didan, nedidan malbatê û li goristanên bêkesan dihatin definkirin. Wek cenazeyê Cemîle Çagirga gelek caran êrîşê girseya ku cenaze hildigirtin, dikirin û cenaze ya li erdê diket yan jî wek cenazeyê dayika Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk ji aliyê faşîstan ve dihat revandin. An jî êrîşî goristanan dikirin.
 
Dayikan bi rondikên çavan hestiyên zarokên xwe kom dikirin an jî pêşengên gelê kurd Şêx Seîd û Seyîd Riza cihên lê hatibûn definkirin ji malbat û civakê hatin veşartin. Yanî bi kurtasî li vî welatî nêzîkatiya li hember cenaze û miriyan her tim di asta hovîtiyê de bûye. 
 
‘SEKNEKE HÊJAYÎ EGÎD NÎŞANÎ WAN DA’
 
Em sala 2022’an a sedsala 21’ê de ne. Dîsa bajarê kurd Amed. Hestiyên di tilîsekê de, aydê ciwanekî kurd. Bavekî kurd yê kedkar tilîs di hembêza xwe de dibe. 7 salan ji bo cenazeyê zarokê xwe bigire hewl da. Ji ber cenazeyê kurê wî li goristana bêkesan hatibû definkirin. Niha jî ev hestî ji gorê derxistibûn û dabûn bavê wî Alî Riza. Ev rewşa dijexlaqî bi dayika Xalîse dest pê kiribû. Lê geriyabûn û gotibûn ‘werin koliya we heye’. Dayika Xalîse diçe Edliyeya Amedê û paketekê didin wê. Di pakêtê de hestiyên kurê wê ku bi zor û zehmetiyek giran mezin kiribû, hestiyên kurê wê Egîd hebûn. Dayika Xalîse diyar dike ku ewil pir xemgîn bûye pişt re hatiye ser hemdê xwe û wiha got: 'Yên ev bi min kirin xwestin moralê min xera bikin. Lê min ev kêf bi wan neda jiyîn. Min kutî girt hembêza xwe ez serbilind çûm mala xwe min rondikên xwe nîşanê wan neda. Min seknek hêjayî Egîdê xwe nîşanî wan da.”
 
GELO EVQAS JI MIROVAHIYÊ DERKETIN
 
Alî Riza jî heman hestan dijî. Hîn dibe ku hestiyên kurê wî 5 roje li odeya dozger e. Dozger jî muhtemelen her roj li wê odê xebatên xwe meşandiye, belku li hember wan hestiyan xwarin xwar, çay vexwar, axivî û keniya... Êvarê jî çû mala xwe. Gelo çawa li ruyê zarokên xwe û malbata xwe mêze kir. Gelo evqas ji mirovahiyê derketin? Ez nabêjim! Ji ber ev qet nebûne mirov. Em di şexsê Dayikên Aştiyê û Şemiyê de tenê Dayika Berfo bi rehmet bi bîr bînin têr dike. Dayika Berfo 30 salan xaniyê xwe neguhert. Heta boyax nekir. Digot kurê min bê wê malê nebîne. Bêguman Dayika Berfo dizanibû kurê wê jiyana xwe ji dest daye. Lê kezeba wê ev qebûl nedikir. Digot ‘qe nebe ez hestiyên wî bibînim, biçim ser gora wî bigirîm.’Gelo ev welatekî çawaye ku; em bi rewşeke wisa trajîk ku dê û bav di pakêtan de li hestiyên zarokên xwe digirin. 
 
DÎROK WÊ KESÊN LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG MANE JÎ BINIVÎSE
 
Vê civaka ku hêj hovîtiya Kenan Evren ji ser xwe navêtibû, bi hovîtiya Erdogan û Bahçelî re rû bi rû ma. Em dizanin ku ev rêbazên dijhiqûqî pêkanînên wezîrê karê hundir in. Dît ku ji malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê encamê nagire serî li van rêbazên nû da. Armanca wan gelê kurd demoralîze bike bêçare bihêle. Lê gelê me dîsa xwedî li miriyên xwe derket û bi tilîliyan oxir kirin.
 
Dîrok wê kesên ku vê zilma li gelê me dike ji bîr neke. Dayika Xalîse, bavê Alî Riza yên li dijî zilmê li ber xwe dane wê binivîse. Dîrok wê di heman demê de kesên li dijî zilma li gelê kurd, dê û bavan hatiye kirin, bêdeng mane jî binivîse.
 
Pir ne em li 30 sal berê binêrin; Hûn ê bibînin ku kesên li hember zilm û zexta li hember kurdan bêdeng mane bi heman tiştî re rûbirû dibin. Lê me her tim got. Wek gotina Sirri Sureya Onder ‘Hun ê ermenan nedin lêdan’. Belê îro kêm be jî em îtîrazan dibînin. Lê îtîraza muxalefetê ya di vê mijarê de tirsnak e. Feraseta ‘Ger tiştek bi kurdan bê kirin sedemek wê heye dewlet tiştekî dizane’ heye. Wisaye ya kurd bê îman, terorîst, ermenî û zerduş in. Yekane mijara ku muxalefet û desthilatdar lê hevpar dibe ev pêkanînin. 
 
CÎHAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE LI DIJÎ VÊ HOVITIYÊ BÊDENG E
 
Xuyaye ne desthilatê ne jî muxalefetê gelê kurd ê bi hezaran salane pê re dijîn nas nekirine. Ji ber gelê kurd têk nebiriye ji rê derketine, çavsor bûne. Ji ber vê jî rêbazên dijhiqûqî xistine dewrê. Bi pakêta kargoyê cenazeyan dişîne. Gelo ev çawa dikare bê îfadekirin? Hovîtiya Israîl li hember Filîstînê dike Tirkiye jî li hember kurdan dike. Her du mînak jî berhama heman zîhniyetê ne. Ya balkêş jî ew e ku cîhan ji bo berjewendiyên xwe li dijî vê hovîtiyê bêdeng e.
 
HEWL DIDIN BI RÊBAZÊN ŞERÊ PSÎKOLOJÎK ENCAMÊ BIGIRIN
 
Gelê me di têkoşîna rewa û mafdar de bi her cureyê êşê re rûbirû bûye. Lê vî gelî êşên xwe veguhertine hêzê, helwesteke ku nirxên gerdûnî li pêş xwe danîne, nîşan dane. Ji ber vê jî yên welat bi rêve dibin divê ne li  benda encamên cuda bibin. 
 
AKP-MHP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd goristanan bombebaran dikin, cenazeyan bi kargoyê dişînin. Bi rêbazên şerê psîkolojîk hewl didin encamê bigirin. Ev rêbaz hewldanên vala ne. Wê gelê me di her şertî de xwedî li zarokên xwe derkevin. Em ê her tim rêberê xwe bi rêzdarî bibîr bînin lê gelo hunê xwedî li darbekarên xwe derkevin?
 
TU KED VALA NAÇE
 
Dayika Xalîse û bav Alî Riza yên fedakar; Em vê zilm û êşa ku bi we hatiye kişandin efû nakin! Hun kezeba xwe ya şewitî rehet bihêlin. Wê kesên ku zarokên we kirin qutiyan hesaba wê li pêşberî dîrokê bidin. Em girtiyên siyasî êşa we ji dil parve dikin, li hember sekna we rêzdar in. Tu ked vala naçe. Azadiya gelê me nêz e.”

Sernavên din

24/09/2022
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin