Welatiyên ku tev li meşa Cûdî bûn: Destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin

  • rojane
  • 09:07 19 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Welatiyên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê beşdarî meşa Cûdî bûn diyar kir ku divê herkes li pêşiya talana xwezayê bisekinin û gotin: "Destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin."
 
Li heremên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar û Cilênimêjan birîna daran ku 2 sal in hatiye destpêkirin bênavber didome. Li dijî birîna daran bi pêşengtiya KCD’ê, TJA’yê, DBP’ê, HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya “Em li dijî hilweşandina şer û talankirina xwezayê dimeşin” ber bi Cudî ve meş hate lidar xistin. Tevî hemû astengiyan û êrişa leşker û polîsan jî welatiyên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tev li meşê bûn ber bi Cûdî ve meşiyan. Welatiyên ku ji derve hatin û tev li meşê bûn, têkildarî meşê axivîn.
 
‘MA DARÊN ME JÎ TERORÎST IN’
 
Yakûp Atma (60) ku ji Enqereyê tev li meşê bû anî ziman ku li dijî daristanên kurdan dijminatî tê kirin û wiha got: "Em naxwazin ku mirovên me bên kuştin. Bila darên me ne birin. Bila ekolojiya me tune nekin. Ev daristan û hawirdor ne tenê yên kurdan e. Ev darên hemû kesê ne. Ew kesên ku dilê wan ji bo Marmara, Ege dişewite bila ji bo vir jî bişewite. Em hemû bira ne. Biratî li ba hev sekinandine. Em bi tu kesî re dijminatiyê nakin. Karê me bi dijminatiyê re tune ye. Em hatine vir ku bi şêwazeke demokratîk daxuyaniya xwe bidin. Em li vir bi kesekê re şer nakin. Me bi xwe re gule ne anîne, di destê me de çek tune ne. Me tiştek bi xwe re neanî ye. Em dibêjin destê xwe dirêjî daristanên me nekin. Em ji bo parastina daristanên xwe li virin. Ji xeynî vê tu armancên me tune ne. Ji me re dibêjin 'terorîst, xayin' lê ma darên me jî terorîst û xayînin? Bila bersiva vê pirsa me bidin. Em ne terorîst in û ne jî em dabeşkar in.Yê ku dijminatiyê dikin, şer dikin û me dikujin jî ew in."
 
'EV DAR NE TENÊ DARÊN ME NE'
 
Gurgîn Gun (65), ku ji bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê tev li meşê bûye bi lêv kir ku ji bo parastina xwezaya xwe ew ê heta dawiyê têbikoşin û got: "Li ser xwezaya me texrîbateke gelek mezin heye. Daristanên me hemû hatin birîn, jiyan li vir ne hiştin. Li vir kesek êdî nikare ne heywanekî xwedî bike û ne jî dikare li vir bisekine. Ev birîna daran zirareke gelek mezin dide xwezayê. Armanca me ya hatine vir ew e ku ji birîna daran re bibêjin na. Em dixwazin ku gel ji vê xwezayê sûd bigire. Banga me ji gelê me re ye ku ew jî tev li me bibin. Divê ku gelê Şirnexê jî xwedî li darên xwe derbikevin. Ev dar ne tenê yên me ne yên her kesê ne." 
 
'AXA ME JEHRÎ DIKIN'
 
Necmettin Aydin (50), ku ji navçeya Xoresan a Erziromê tev li meşa Cûdî bibû jî anî ziman ku ji bo ku li dijî birîna daran a li heremê bertekên xwe bîne ziman di meşê de cihê xwe girt û ev tişt got: "Ji bo ku darên me dibirin, çiyayên me dikolin, avên me qirêj dikin, axa me jehrî dikin û xwezaya me talan dikin ez li vir im. Li vir dar tune ne. Dar bi temamî hatine birîn û komkujiyeke mezin hatiye kirin. Divê her kurdek li pêşiya vê komkujiyê bisekine."
 
'ÇI JI XWEZAYA ME DIXWAZIN?'
 
Hekîma Bayik (67), a ku ji Edeneyê hat û tev li meşê bû jî wiha got: "Em naxwazin ku gelê me destê xwe bide destê dijmin û xwezaya me tune bike. Dewlet çi bîne serê me em jî dibin şirîkê wê. Em dixwazin ku ew destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin. Çi ji xwezaya me dixwazin? Dar xwezaya me ne, dar dayika me ne. Roj wê bê em ê li ser xwezaya xwe azad bijin."
 

Sernavên din

01/02/2023
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir