'Bidestxistina mafê perwerdehiya bi kurdî di destê kurdan de ye'

  • rojane
  • 09:07 19 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Nivîskar Amed Tîgrîs tekildarî perwerdehiya bi zimanê kurdî anî ziman ku perwerdehiya bi zimanê kurdî di destê kurdan de ye û got: “Divê li her tax û kolanê dezgehên kurdan ên ji bo perwerdehiyê hebin. Em li malê û li derve bi kurdî biaxivin.”
 
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha polîtikayên pişaftinê li ser zimanê kurdî bê navber didomin. Bi salane zimanê kurdî ji mafê perwerdehiya fermî bê par tê hiştin. Tevî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn jî di dibistanan de zimanê kurdî ji aliye dewletê ve tê qedexekirin. Saziyên ziman û dibistanên ku gelê kurd bi derfetên xwe ji bo pêşî li polîtikayên pişaftine bigire avakiri bûn jî ji aliye dewletê ve hatin girtin. Di van rojên dawî de bi vebûna dibîstanan re perwerdehiya zimanê kurdî carek din hat rojevê. Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî, saziyên ziman û gelê kurd derketin qadan û daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kirin. 
 
Em jî weke ajans li ser rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya zimanê dayikê bi nivîskarê kurd û mamosteyê zimanê kurdî Amed Tigrîs re axivîn.
 
POLÎTÎKAYÊN YEK ZIMANÎ
 
Tigrîs, bi lêv kir ku Komara Tirkiyeyê li ser yek ziman û yek netewî avabûye û polîtikayên dewletê jî li ser vê yekê tên meşandin. Tîgrîs, destnîşan kir ku dewlet ji ber ku ji zimanê kurdî ditirse qedexe dike û wiha got: “Ji dibistanan heta zanîngehan jî bernameya perwerdehiyê li ser yek zimanî avakirine. Yanî dibêjin ku ji bilî tirkan tu neteweyekî din li vî welatî tune ye. Ji ber wê tirsê jî zimanê kurdî qedexe dikin. Kurd û kêmaniyên ku li vî welatî dijîn hem ji aliyê ziman û çandê hem ji aliyê dîrok û hejmarê, hem jî ji aliyê siyasî û potansiyel ve ne wek hev in. Kurd hem ji aliyê hejmarê  ve zêdene û hem jî aktîf in. Her çiqas ji avabûna Komara Tirkiyeyê serhildanên kurdan têk çûbin jî kurdan dev ji têkoşîna azadiya xwe bernedane. Ji ber wê jî nijadperest ditirsin. Tirsa wan ew e ku dema kurd mafê xwe yê perwerdehî û çandî bi dest bixin wê ji aliyê siyasî ve jî xurt bibin. Wê demê dewleta wan wê bikeve xetereyê. Ji ber ku ew qas ji zimanê kurdî ditirsin qedexe dikin. Dixwazin ji avabûna komarê ve komkujî û koçberiyên ku kirine bidomînin.” 
 
‘EDÎ TU KES JI GOTINÊN TUNEHESIBANDINÊ BAWER NAKE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Tîgrîs bal kişand ser bandora tunehesibandina kurdî ya li ser mamoste û demokratên tirk û wiha pê dê çû: “Hem çepgirên wan hem burjuva hem dewlemend û xizanên wan di perwerdehiyeke nijadperest de derbas kirine ku ji bilî tirkan tu kes tune ye û kurd xetereyek pir mezin in.  Ji ber wê jî gelek metod bikaranîne. Hem di perwerdehiyê de hem li mizgeftê hem li leşkeriyê û hem jî di çapemeniye de ew tunehesibadina sed salan didome. Mamosteyên wan ên ku qaşo xwe weke pedagok, demokrat penase dikin jî dibêjin zimanê kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye. Ew gotin ne li gor zanîstê ye û hemû çîrok in. Edî tu kes ji wan gotinan bawer nake.” 
 
‘MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMAN GIRÊDAYÎ KURDAN E’
 
Tîgrîs, anî ziman ku perwerdehiya bi zimanê kurdî girêdayî gelê kurd e û wiha domand: “Divê daxwaza gelê kurd a perwerdehiya bi zimanê kurdî du alî be. Divê hem gelê kurd bi xwe daxwaz bike hem jî di nav bernameyên demokratîk ên kurdan de xalek herî girîng jî perwerdehiya bi ziman be. Mafê perwerdehiya ziman girêdayî gelê kurd e. Divê tevgerên kurdan hemû di bernameyên xwe de ziman û çanda kurdan pêş bixin. Heke kurd di hemû çalakiyên xwe de bi awayekî xurt perwerdehiya bi zimanê kurdî bînin ziman, wê demê dewlet jî wê neçar bimîne ku gav biavêje.”
 
‘JI BO KU ZIMAN BIJÎ DIVÊ EM DI MALA XWE DE BIAXIVIN’
 
Tîgrîs, bal kişand ser rapora UNESCO ya li ser zimanên ku di xetereyê de ne û tekildarî mijarê ev tişt gotin: “Heke yek kes jî bi zimanekî biaxive, ew ziman nemirî ye. Lê dema zimanekî tu kes neaxive, ew ziman mirî tê hesibandin. Li gorî UNESCO’yê gelek ziman di bin xetereyê de ne, yek ji wan zimanan jî zaravayê kurdî kirmançkî ye. UNESCO dibêje ku heke bi zaravayê kirmançkî perwerde neyê dayîn, ew jî dê di demekî nêz de bimire. Gelek kes bi zaravayê kirmançkî diaxivin, dinivîsin û kovarên wan hene. Lê di xeterê de ye. Ji bo ku ziman bijî divê em di mala xwe de biaxivin, xwedî lê derkevin. Ji ber perwerdehiya ziman li Amerîkaya Latîn û Afrîkayê nehatiye dayîn bi dehan heta bi sedan ziman mirine. Her wiha Îngilîstanê, Avustralya dagir kir û zimanê wan jî mir, niha bi ingilîzî diaxivin.” 
 
‘DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ EM LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Tîgrîs, diyar kir ku otoasîmîlasyon di nav civakê de belav bûye û ji bo xwedî derketina li ziman ev bang li gel kir: “Divê berî her tiştî em bi xwe li ziman, çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Divê li her tax û kolanê dezgehên kurdan ên ji bo perwerdehiyê hebin. Em li malê û li derve bi tirkî diaxivin. Ew jî dibe sedema otoasîmîlasyonê. Ji bo em bikarin pêşi li vê otoasîmîlasyonê bigirin, divê em li mal, tax û kolanên xwe bi zimanê xwe biaxivin. Dema em tirkî diaxivin, ziman û mejiyê me jî dibe tirkî. Yanî dewletê bandorek wisa li ser gel kiriye ku gel xwe bi xwe asîmîle dike. Sedema otoasîmîlasyonê jî dêrûniya xwe biçûk dîtinê ye. Ew jî politikaya dewletê ye. Bi qedexekirinê nekarîn zimanê kurdî tune bikin, niha bi otoasîmîlasyonê dixwazin zimanê kurdî tune bikin.” 
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

24/09/2022
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin