Çalakiyên li Îranê berdewam in: Jinan pora xwe jê kirin

  • jin
  • 15:08 18 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Piştî qetilkirina Mahsa Amînî ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve, li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin. Çalakî her ku diçe mezintir dibin. Jinan bi dirûşma “Heke por nebe, guneh jî nîne” pora xwe jê kirin. 
 
Jina kurd a ciwan Mahsa Amînî dema li Tehranê diçû serdana malbata xwe, bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û îşkencekirin. Ji ber derbên li serê wê hatine xistin, Amînî kete komayê û 3 roj piştre jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Amînî, li gelek bajarên Îranê jin daketin kolanan û xwestin ku kujerên Amînî bên dîtin. Amînî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat definkirin û polîsan jî êrişî girseyê kir. Polîsan li gel ava şid û bombeyên xazê her wiha guleyên rastî jî berdan çalakvanan. 
 
ZÊDETIRÎ 10 KES HATIN BIRÎNDARKIRIN
 
Lêkolînvan Hassan Radî Al-Ahwaz ku li Îranê bûyerên civakî lêkolîn dike derheqê mijarê de bi Al Hurra'yê re axivî û da zanîn ku bûyerên li bajarê Seqiz dest pê kirin, li seranserî Îranê berbelav bûne û veguherîne çalakiyên li dijî hikûmetê. Li gorî agahiyan, di çalakiyan de herî kêm 2 kes bi guleyên rast hatin birîndarkirin û rewşa wan giran e. Al-Ahwaz, diyar kir ku 15 kesên bi giranî birîndar bûyîn jî niha li nexweşxaneyan tên dermankirin. 
 
Rêxistina mafên mirovan a Hengawê jî dîmenekî piştî merasîma cenazeyê parve kir û piştrast kir ku di encama êrişa hêzên Îranê de herî kêm 13 kes bi guleyên rast birîndar bûne. 
 
JINAN PORA XWE JÊ KIRIN
 
Hêzên muxalîf ên Îranê jî kampanya dan destpêkirin polîsên exlaqê bên rakirin lê jinên îranî piştgirî nedan vê kampanyayê. Jinan, destnîşan kir ku bi vê kampanyayê tê daxwazkirin ku hêrsa gel a li dijî rejîmê dakeve û bang li hemû jinan kirin ku beşdarî çalakiya “Heke por nebe, guneh jî nîne” bibin. Jinan pora xwe jê kirin. Gelek jinên îranî yên navdar jî derketin pêşberî kamerayan, laçikên xwe derxistin û meydan ji hikûmeta Îranê xwendin. 
 
LI SER MEDYAYA CIVAKÎ ÇALAKIYÊN PIŞTGIRIYÊ
 
Ji bo protestokirina cînayeta Amînî li ser Twîtterê zêdetirî 600 hezar tweet hatin parvekirin. Ji Kian Sharifi heta Masih Alinejad, gelek aktîvîst, rojnameger, sporvan û rewşenbîran û aktîvîstên ji rojhilat piştgirî dan kampanyayê. Cîgirê Serokkomarê Îranê yê Berê Alî Abtahî jî li ser Twîtterê got; “Îdiaya ku Amînî ji hêla polîsên exlaqê ve hatiye kuştin jî dê bike ku gelek nifşên Îranê ji ol û hînbûnên olî nefret bikin.” 
 
Lîstikvanê futbolê yê navdar ê îranî û kaptanê Tîma Neteweyî yê berê Alî Daeî jî li ser rûpela xwe ya Înstagramê wêneyê Amînî parve kir û got: “Amînî çi kir? Keça min dipirse bê ka Amînî çi kiriye. Ma ez ê çi bersivê bidim keça xwe?” Her wiha şêwirmendê ewlekariyê yê Serokê DYA’yê Joe Biden, Jake Sullîvan jî têkildarî qetilkirina Amînî fikarên xwe anîn ziman û wiha got: “Mirina Amînî dê neyê efûkirin. Em ê Îranê van binpêkirinên mafên mirovan berpirsyar bibînin.” 
 
ÎNTERNET HAT QUTKIRIN
 
Di serî de bajarên Seqiz, Mêrîwan û Sanandajê, rejîma Îranê li gelek bajaran înternet qut kir. Her wiha li ser Twîtterê bi hashtagên wek #KeepitOn #InternetShutdown qutkirina înternetê tê protestokirin. 
 
ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ GREVA GIŞTÎ
 
PJAK û KODAR’ê duh banga greva giştî kiribû. Hassan Radî Al-Ahwaz di hevpeyvîna xwe ya di Al Hurra'yê de da zanîn ku partiyên kurd ên li herêmê dê ji roja duşemê ve gelek çalakiyên cur bi cur li dar bixin û biryar dane ku çalakiya rûniştinê li dar bixin. Her wiha dê çalakî bidomin. Çalakî îro jî li pêşiya Meclisê berdewam kirin û dê gel sibe jî li heman qadan çalakiyan li dar bixin. 
 
Xwendekarên li pêşiya Zanîngeha Tehranê hatin ba hev dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û ber bi Meclisê ve meş li dar xistin. 
 
MIRINÊN DI BIN ÇAVAN DE
 
Amînî ne kesa ewil e ku li Îranê di bin çavan de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dide. Di sala 2012'an de aktîvîsta karker Sattar Beheshti, di sala 2003’yan de nûçegihana wêneyan a Kanada-Îranî Zahra Kazemî û gelek kesên din ên muxalîf dema li Îranê di bin çavan de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 

Sernavên din

24/09/2022
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin