MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk Newroza 2018’an nirxand û anî ziman tu caran rihê Newroz û azadiyê nayê radest kirin û got: “Salên 90’î li Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê gelek kes hat qetilkirin. Wê demê bi deh hezaran kes beşdarî Newrozan dibûn û îro ev hejmar gihiştiye bi sed hezaran, mîlyonan.”
Ji salên 1990’an heya roja îro pîrozbahiyên Newrozê yên heybet pêk hat û siyasetmedarê kurd ê navdar Ahmet Turk jî yek ji wan kesane ku şahidî ji wan pîrozbahiyan kiriye. Turk, pîrozbahiyên Newroza 2018’an a bi dirûşmeya “Newroz berxwedane, li dijî Faşîzmê Bihara Gelane” dê pêk were nirxand.
‘NEWROZ WATEYA AZADIYÊ YE’
Siyasetmedar Turk ku dê beşdarê Newroza Amedê jî bibe, bal kişand ser wateya Newrozê û wiha axivî: "Berî 630’an salan li hemberî zilma Dehak, Kawa serî rakir û azadî pêk anî. Ji ber vê yekê gel kurd Newroz mîna cejna azadiyê qebûl kiriye. Di Rojhilata Navîn de herî zêde gelê kurd têkoşîna demokrasî û azadiyê didin. Ji ber vê xwedî li Newrozê derdikevin. Em Newrozê wekî wateya azadiyê dinirxênîn.”
Turk, anî ziman ku Newroza 2018’an di bin rewşa OHAL'ê de tê pêşwazîkirin û wiha got: "Hewldanên vale derxistina wateya Newrozê û asteng kirina beşdarbûna Newrozê û rejîma zordestiyê heye. Lê gel girîngiyê dide Newrozê û li hemberî hemû neyîniyan bi coşeke mezin dê Newrozê pîroz bikin."
‘RIHÊ NEWROZ Û AZADIYÊ NAYÊ RADEST KIRIN’
Turk, balkişand ser pêvajoya şer a li heremê û bi van gotinan rayedar hişyar kirin: “Zordestiya li ser gelê kurd, şer û pevçûnên diqewim ne ji qenciya kurdan re ye, ne jî qenciya Tirkiyeyê ye. Dibe ku zordestî hebe, lê ne rihê Newrozê ne jî rihê têkoşîna azadiyê tu caran nayê radest kirin. Ev rih tu caran winda nabe.”
‘CIVAK DEST JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BER NADE’
Turk, da zanîn ku di têkoşîna xwe ya siyasî de şahidiya gelek Newrozan kiriye û ji van Newrozan gelek jî hati bûn qedexekirin û wiha pê de çû: “Ji sala 1990’an heya 1994’an zordestiyên giran hebûn. Li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û gelek deveran gelek kes hatin qetilkirin. Di encamê de ev polîtîka ne pîrozbahiyên Newrozê ne jî daxwaza azadiyê ji holê karî rabike. Wê demê deh hezar kes beşadarê Newrozê dibû, roja îro sed hezaran, mîlyonan kes beşbarê Newrozê dibin. Bi polîtîkayên astengkirinê Newroz û bêdeng kirina civakê encam negirtin. Dibe ku dem bi dem gel ji bo zordestiyên giran gavek paş ve avêti be, lê gel tu caran dest ji fikrên xwe, ji baweriya xwe û têkoşîna xwe ya azadiyê berneda.”
‘DEMA TÊ QEDEXE KIRIN GEL DEST JI PÎROZBAHIYÊ BERNADE’
Turk, diyar kir ku bi qedexe kirina pîrozbahiyên Newrozê nikarin gel asteng bikin û wiha domand: “Qedexe kirina Newrozan dibe sedema bertekan. Dema hûn qedexe dikin gel dest jî pîrozkirinê bernade. Gava civak bi azad fikirî demokrasî hêz dibe. Lê îro mafên demokratîk û rewa jî tên qedexekirin. Fikirin jî sûc e. Di salên 93 û 94’an de jî heman polîtîka hebûn. Lê ev polîtîka zirarê dide civakê û pirsgirîkan çareser nake. Carek din dixwazin bi polîtîkayên zordestiyê civakê bêdeng bikin. Ji tecrubeyên xwe dizanîn ku tu serkeftina van polîtîkayan nîn e.”
‘EM TEVLÎBÛNEK XURT DIXWAZIN’
Ahmet Turk, ji bo beşdarbûn pîrozhabiyên Newroza 2018’an bang kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pîrozbahiyên îsal dê bi coş û kelecanek mezin derbas bibe. Tevlîbûna Newroza 2018’an ji yên salên borî divê zêdetir be. Dema gel paş ve gav bavêje û daxwazên xwe neyîne ser ziman, zordestî jî giran dibe. Ji ber vê yekê bi taybetî ji bo Newroza Amedê tevlîbûnek xurt tê xwestin. Em dizanin ku gelê me dê bi vê avayê Newrozê pîroz bike û hemû qadên Newrozê têje bike”