ENQERE – Li Enqereyê li gelek dibistanên seretayî pankartên şer û mirinê hatine daliqandin û bi vî awayî hema bêje dibistan veguherandina biryargehên leşkerî. Yek ji van dibistanên ku mirov dibêje qey biryargeha leşkerî ye, Dibistana Seretayî ya Tegmen Kalmaz e.
Li Enqereyê gelek dibistan hema bêje veguherandine biryargehên leşkerî. Nemaze piştî operasyona li dijî Efrînê gelek wêne û pankartên dîmenên şer û mirinê li ser li dibistanan hatin daliqandin. Yek ji van dibistanan jî, li Kavaklidereya Enqereyê Dibistana Seretayî ya Tegmen Kalmaz e.
Bi du pankartên ku hema bêje tabelaya dibistanê nixumandine, tu dibêjî qey perwerdehiya mirin û şer ji bo zarokan tê dayîn. Li ser pankartekê nivîseke wisa heye: “Pêşî Welat: Efrîn/Operasyona Çiqilê Zeytûnê. Xwedê Rehma Xwe Li Şehîdên Me Bike, Sebrê Bide Malbata Wan, Şîfayê Bide Birîndar û Gaziyan.” Her wiha li ser van pankartan wêneyên tangên ku toz û duxan rakirine jî heye û bi vî awayî desteka ji bo operasyona Efrînê ku zarok jî di nav de ne gelek sivîl tên kuştin tê dayîn.
Li kêleka van pankartan jî ala û wêneyê Ataturk hene û li seriyê din jî pankarteke dêwasa ya 15’ê Tîrmehê heye. Li ser pankartê wêneyê Omer Halîs Demîr û wêneyên kesên di 15’ê Tîrmehê de mirine û wêneyên tangan hene.
Her wiha li Dibistana Seretayî ya Kavaklidereyê jî rewşeke wisa heye. Li vê dibistanê jî heman wêne û pankart hatine daliqandin, lê belê dengê zingilê vê dibistanê balê dikêşe. Dengê zingila tenefusê ya vê dibistanê “Bimirim Tirkiye’m” e.
JI BO SEFERÊ PERE TÊN KOMKIRIN
Tevî van tiştan, bi zarokên dibistana seretayî têkildarî êrîşên li ser Efrînê kampanyayên cuda didin destpêkirin. Di ser zarokan re ji bo tevgerîna li Efrînê kampanyayeke madî hat destpêkirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, pere ji malbatên zarokan hatine berhevkirin û her wiha bi hin çalakiyên cuda bi riya zarokan li derve pere tên komkirin.
Di çarçoveya vê kampanyayê de çend roj berê, li Dibistana Seretayî ya Huseyîn Husnu Tekişikê rojnameyeke yekrûpelî ya bi navê “Havadis” hat amadekirin. Paşê serdana Miduriyeta Perwerdehiyê ya Netewî ya Navçeyê hat kirin û li wir hem danasîna rojnameyê hat kirin hem jî rojname firotin personelan. Kaskeke rojnamegeriyê li zarokekî xwendekarê dibistana seretayî hat kirin û zarok bi dengekî bilind “Dinivîse dinivîse tevgerîna Efrînê dinivîse” rojname firotin.
Her wiha Midurê Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê Mûstafa Ozel û hin peywirdar jî bi vî zarokî re wêne kişandin.