ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Ayşe Nûr Aytemûr, anî ziman ku ewê bi hêza ku 8'ê Adarê daye wan li qadên Newrozê bin û got: "Newroz berxwedan e. Em bi van hestan li qadan bin."
Li Enqereyê wê Newroz di 21'ê Adarê de bê prîozkirin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê maş bi mal, kuçe bi kuçe didomin. Wê Newroza îsal bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan E, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan E" li Qada Kolejê ya Enqereyê bê prîozkirin. hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Ayşe Nûr Aytemûr, bi lêv kir ku ew ê li Enqereyê tevî gelek partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê bi awayekî hevpar Newrozê pîroz bikin.
'EM Ê BI HÊZA KU 8'Ê ADARÊ DA ME, LI QADAN BIN'
Aytemûr destnîşan kir ku ew ê Newroza îsal bi coşeke mezin pîroz bikin û ew ji bo Newrozê li taxan bang li her kesî dikin. Aytemûr diyar kir ku mal bi mal, kuçe bi kuçe xebatên wan didomin. Aytemûr destnîşan kir ku her sazî bi dirûşmeya xwe gelan vedixwîne Newrozê û ew ê di cejna gelan Newrozê de bi hev re govenda xwe bigerînin. Aytemûr got Newroz cejna hevpar a hemû gelan e û ew jinên Enqereyê bi wê hêza ku 8'ê Adarê li wan peyda kiriye ew ê li qada Newrozê bin. Aytemûr got: "Newroz ji bo me bihar e, aştî ye. Em jin ji bo ji nêzîkatiyên nêrza û mîlîtarîst, cinayetên jinan re bêjin na, em ê li qadan bin."
Aytemûr bang li jinan kir û got: "Em bang li hemû jinan dikin ku bi kenên xwe, bi daxwazên xwe yên jiyana hevpar û siyaseta demokratîk li qadan bin. Newroz berxwedan e. Em bi van hestan li qadan bin."
'NEWROZ BERXWEDAN E'
Hevserokê HDP'a Enqereyê Halîl Yildiz jî, anî ziman ku ji bo kurdan Newroz rojeke dîrokî ye û tê wateya berxwedanê. Yildiz got: "Çawa ku Kawayê Hesinkar ji bo gelê xwe ji zilmê xelas bike li dijî Dehaqan derket, divê em jî di vê Newrozê de li dijî zilmê li hemberî Efrînê dakevin qadan. Berxwedana gelên li Rojhilata Navîn girîng e û em ê di Newroza îsal de bi dirûşmeya berxwedanê li qadan bin." Yildiz bang li hemû gelan kir ku bi reng û dengê xwe tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û got: "Îro li Rojhilata Navîn gelê kurd bedêlên giran dide û divê em di Newrozê de bersivê bidin hemû cîhanê." Yildiz destnîşan kir ku divê gelê me li dijî dagirkeran bi coşeke mezin li qadên Newrozê be."