STENBOL – Nûnera TÎHV'ê ya Stenbolê Amît Efe, diyar kir ku piştî li girtîgehan odeya kauçuk xistin meriyetê giliyên îşkenceyê zêde bûne û wiha got: "Dest û piyên girtiyan bi hev girê didin û stuyê wan serbest berdidin."
Li Tirkiye piştî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL hat îlankirin, zext û tundiya li ser girtiyan zêde bû. Têkildarî îhlalên li girtîhan Nûnera Sekretera Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) ya Stenbolê Umit Efe diyar kir ku li girtîgehên Tirkiye her ku diçe tundî û îşkence zêde dibe û wiha got: "Piştî OHAL'ê îktîdara siyasî tundiya li ser girtiyan zêde kiriye. Demek dirêj e hêj pirsgirêka girtiyên nexweş nehatine çareserkirin. Hem çareser nabe, hem jî ji berê bêtir girantir dibe. Piştî OHAL'ê cilên yek tîp anîn rojevê. Bi vê yekê li ser girtiyan îşkenceyê dimeşînin. Pergala Yek Tip wekî amûra tundî û îşkenceyê li ser girtiyan dimeşînin. Dema girtî tên sirgûnkirin îşkenceyê li wan dikin. Herî zêde serlêdan têkildarî dema sewq dikin ji mere tên. Diyar dikin ku rastî îşkenceyê tên. Li maşineyê sewqê hucre çê kirine. Ev bi taybetî ji bo girtiyên nexweş pir xerab e. Ev li dijî tenduristiya girtiyên nexweş in."
HAVÎNÎ KEL, ZIVISTANÎ QEŞA YE
Efe, anî ziman ku hucreyên maşîneyên rîngê havînî mîna kelê ne û zivistanî jî mîna qeşayê ne û dema girtiyan sewq dikin ji ber van hucreyan rêwîtiyek wekî hucreyê derbas dikin. Dema derdikevin û dikevin girtîgehek nû rastî lêdana 'tu bi xêr hat' tên. Girtî rastî lêgerîna tazî tên. Rûmeta girtiyan tê kişandin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin wan davêjin hucreya yek tîp. Bi OHAL'ê re dixwazin vê tundiyê jî rewa bikin.
Girtiyan wekî mirov nabînin. Girtiyan davêjin hucreyên kauçuk. Ev dest û piyên girtiyan bi hev girê didin û stuyê wan serbest dihêlin. Ev rêbaza îşkencyea pozisyonel e. Ev pêkanîn du hucreyên ku deng derbas nakin de tê girtin. Ev îşkenceya derûnî ye. Di heman demê de di pasûrê dest û piyan de zerarek mezin çê dike. Hem zerarê dide stu û hem jî zerarê dide pasê mil û piyan.
GEF JÎ CÛREYEKÎ TUNDIYÊ YE
Efe, anî ziman ku gefa "Hûn dest ji rêgezên xwe bernedin hûn nayên dermankirin" li girtiyan dixwin û wiha bi dawî kir: "Ev jî rêbazek îşkenceya derûnî ye.
Ev teqez ne gotinek nêta baş e. Îşkenceya li girtiyan nayê qebûlkirin. Teqez îşkence hatiye qedexekirin. Ev gefên li girtiyan tên xwarin bi xwe îşkenceye. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Divê li dijî van pêkanînan parastina mafên mirovan Bê xurtkirin. Divê civak li girtîgehan xwedî derkevin. Em ji bo civakek bê girtîgeh tedikoşin. Ji bo başkirina vê yekê û rakirina îşkence û girtîgehan têkoşînek hevpar lazim e. "
MA / Bilal Seçkin