ÎZMÎR – Girtî Ergîn Aktaş ê du destê wî tune û bi tena serê xwe dijî rewşa wî xerab e. Li gel nikare bi tena serê xwe bijî û 3 caran rapora wî ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî daxwaza berdana Aktaş bi hinceta “Ewlehiya civakê dê bixe talûkeyê” red kirin.
Girtî Ergîn Aktaş du destê wî nîn in û bi nexweşîna KOAH dijî. Cezayê “Muebeta girankirî” lê hatiye birîn. Piştî ceza lê hat birîn, li gel 3 caran rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî 7 sal in daxwaza berdana wî tê redkirin. Niha li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê tê ragirtin. Parezerên Aktaş di meha çileya 2018’an de ji bo Aktaş bê berdan serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dan û xwestin cezayê wî bê taloqkirin. Lê dozgeriyê daxwaza parêzeran red kir.
‘DÊ EWLEHIYA CIVAKÊ BIXE TALÛKEYÊ’
Serdozgeriyê di biryara ji bo Aktaş de da bi hinceta “Ewlehiya civakê dê bixe talûkeyê” daxwazê red kir û xwest girtina Aktaş bidome.
‘MAFÊ MIROVAN NAFIKIRIN’
Nûnera Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndan re ya Îzmîrê Selma Altan têkildarî rewşa Aktaş diyar kir ku biryara dozgeriyê daye nayê qebûlkirin û bêyî ku mafê mirovan û tenduristiyê bê fikirandin biryar hatiye dayîn. Altan destnîşan kir ku li gel destên Aktaş nîn in û nikare jiyana xwe bidomîne jî nayê berdan û ew li bendê ne ku di serî de Aktaş û hemû girtiyên nexweş bên berdan.