AMED - Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan piştî Mêrdîn hat Amedê. Erdogan wekî ku îro 20 mehin li Tirkiye OHAL tune be pesnê xwe da û got: "Dema em hatin îktîdarê karê me yê ewil rakirina OHAL'ê bû.
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayip Erdogan, piştî çû Mêrdînê ji wir hat Amedê. Erdogan di bin tedbîrên gelek mezin de hat Amedê. Bi hezaran polîs di fermana Erdogan de amade bûn. Erdogan ji bo girseya xwe mezin bide xuyakirin hemû karmen, xwendekar û rayedarên fermî yên bi dewletê ve girêdayî tevlêbûna wan a kongreyê mecbûr kir. Bi vê yekê jî nehat ser bi otobusan karmend ji bajar û navçeyen derdorê kişandin Amedê. Erdogan wekî ku pir ji Amediyan hez dike xwe da nîşan û got "Amedî ji me pir hez dikin û em jî ji Amediyan pir hez dikim. Em û Amedî wekî goşt û neynûkê ne." Erdogan dîsa bi kuştina mirovan pesnê xwe da û welatiyên Efrînê wekî terorîst nîşan dan û got: "Heta îro me 3 hezar û 569 terorist bê bandor kir. Fetih nêzîk e.
Erdogan pesnê OHAL'a îro parast û wiha got: "Dema em hatin ser îktîdarê karê me yê ewil me OHAL rakir. Wê demê OHAL wekî şûrê demokrasiyê dihejandin. Biherin ha OHAL'a wê demê û ya niha nekin yek. OHAL'a îro ne ji sedî 5'ê ya wê demê ye. "