Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike

  • rojane
  • 09:35 14 Îlon 2022
  • |
img
RIHA - Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemed der barê pêngava Kampa Holê de anî ziman ku dê heya dawî li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Mihemed bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê jî û wiha got: "Ji bo em dawî li terora DAIŞ'ê bînin û koka wê biqelihînin, divê hesab ji dewleta tirk bê pirsîn."
 
Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ'ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê di 25`ê Tebaxê de dest pê kir. Di 21 rojên pêngavê de gelek tunel, cihên perwerdehiyê yê DAIŞ'ê, zindan, alavên îşkence û kuştinê û miqdareke cebilxane hatin dîtin. Her wiha gelek şaneyên veşarî yên DAIŞ'ê û kesên bi gumanbar hatin girtin. Di pevçûna 7'ê Îlonê de ya di navbera QSD û şaneyên DAIŞ'ê de 2 endamê QSD'ê jî jiyana xwe ji dest dan.
 
Di çarçoveya pêngavê de gelek jin ên bi zincîran hatibûn girêdan jî ji aliyê YPJ'iyan ve hatin rizgarkirin. Her wiha YPJ'iyan 2 jinên êzîdî jî rizgar kirin. Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemed li ser girîngiya pêngavê, rêxistina DAIŞ'ê ya li kampê û piştî bidawîbûna pêngavê rewşa dawî ya kampê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Ruksen Mihemed di destpêkê de wiha got: "Ev berdewamîya pêngava yekemîn e. Pêngava yekemîn par bi pêşengtîya Fermandar Şehîd Jiyan Tolhildanê hatibû destpêkirin. Pêdivî bi pêngava 2'yan hebû. Ji ber ku Kampa Holê li cîhanê kampa herî xeterê ye. Malbatên DAIŞ'iyan li wir in. Ji zêdetirî 50 welatan mirov li wir in. Xetereya vê kampê gelek e. Di kampê de kuştin, xwedarvekirin rû didin. Perwerde tên dayîn. Zarok tên perwerdekirin. Nifşek nû yê DAIŞ'ê tê perwerdekirin. Li ser hişmendiya DAIŞ'ê li kampê teroreke nû tê avakirin. Dema em pêşiya vê negirin dê mirovahî hemû bi xetereyekê re rû bi rû bimîne. Ji ber wê me cardin pêdivî bi operasyonek bi vî rengî hebû."
 
'PEYWIRA ME DÎROKÎ YE' 
 
Mihemed, êrişa DAIŞ'ê ya 20'î çilêya 2022'yan a li Girtîgeha Sinaayê ya Hesekê bi bîr xist û wiha got: "Li Kampa Holê jî DAIŞ'ê xwe bi rêxistin dikir ku çalakiyan li dar bixe. Dixwestin tevlîhevîyekê çêbikin. Hemû kes vê dibîne û şahidî dike. Lê tu çareserî nayê dîtin. QSD, Hêzên Ewlehîyê û YPG/YPJ ji bo wê ev pêngav dan destpêkirin. Ev erka me ye. Ji ber ku YPJ, QSD ji destpêke heya îro li hemberî DAIŞ'ê têkoşînek gelek mezin daye ber xwe. Heya li Baxozê DAIŞ têk çû me şer kir. Niha berpirsiyariya kampê hêzên me pek tînin. Mirovahî lê temaşa dike. Vegerandina malbatên DAIŞ'î, ya ber bi welatê wan ve an jî darizandina wan pêk nehat. Ev jî xetereyek e li ser axa me. Ji ber wê me ev pêngav da destpêkirin."
 
'KAMP JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ XETERE YE' 
 
Mihemed anî ziman ku DAIŞ'ê li kampê xwe jinûve bi rêxistin dike û got: "DAIŞ, dixwaze tola têkçûna xwe bistîne. Dixwazin li herêmê tevlîhevîyêkê çêbikin. Ji bo vê zemîn heye. Êrişên dewleta tirk li herêmê çêdibin û ev ji bo DAIŞ'ê zemînek gelekî mezin e. Dewleta tirk piştgiriya vê kampê û DAIŞ'ê dike. Ji milê lojîstîkê, milê çekan û milê perwerdehiyê ve alîkarî hene. Dixwazin DAIŞ xwe jinûve bi rêxistin û zindî bike."
 
Mihemed bibîr xist ku Şoreşa Rojavayê bi pêşengtîya jinan hatiye çêkirin û wiha berdewam kir: "Şeroşa me şoreşek mirovahî, exlaqî ye. Ne tenê gelê herêmê tevahiya mirovahiyê diparêze. Li kampê kesê dixwazim xwe ji hişmendiya DAIŞ'ê xilas bikin tên kuştin, rastî êrîşan, îşkenceyê tên. Li hember wê me navê pêngavê wekî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hilbijart. Em dixwazin sînoran deynin ber kuştinan. Em dixwazin ewlehîyê bi dest bixin. Cihek piçûk e, lê xetereya wê mezin e. Di kampê de gelek cebilxane, çek, tunel, cihê perwerdehiyê, cihê darizandinê hatin dîtin. Kesên dikujin di tunelan de vedişêrin û ji bo lojîstîkê jî bi kar tînin. Zarokan ji bo terora DAIŞ'ê berdewam bike perwerde dikin. Ev erka me, berpirsiyariya me ye. Em vê digirin ser milê xwe. Berpirsiyarî ne ya me tenê ye, ya hemû cîhanê ye. Koalîsyon dibêje em li hemberî terorê şer dikin, ev berpirsyarî ya wan e jî. Em erka xwe bi cih tînin, bila her kes jî bîne cih. Pêwîst e ku ev malbat werin şandin. Heya bên şandin divê çareseriyek bê peydakirin. Heya îro DAIŞ tehdîtek gelek mezin bû, dibe ku careke din belav nebe."
 
'DIVÊ DAWÎ LI PIŞTGIRIYA JI BO DAIŞ'Ê BÊ' 
 
Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em ewlehiya kampê bi şert û mercên gelek zehmet dikin. Jinên li kampê jinên gelek xeter in. Zarokên xwe li ser hişmendiya DAIŞ'ê perwerde dikin. Fikra wan a DAIŞ'ê ye. DAIŞ li Boxozê têk çû, lê xetere hê berdewam e. Niha mîna bombeya li ber teqînê ye. Ne diyar e wê kengî biteqe. Di çarçoveya pêngavê de me gelek jinên dest û lingên wan bi zincîran hatin girêdan dîtin. Berê me bi sedan carî gotibû niha li kampê têkiliya DAIŞ û dewleta tirk careke din derket holê. Bi belgeyên ketin destê me, ev têkilî tê xuyakirin. Bi çek, pere û cilên hatin girtin ev dîsa eşkere bû. Bi êrîşan dixwazin niha DAIŞ'ê xurt bibe. Ku em bixwazin DAIŞ têk bibin, pêwîst e em hesab ji dewleta tirk bixwazin. Divê her dewlet erka xwe ya mirovahiyê bîne cih."
 
'EM Ê TOLA JINÊN ÊZÎDÎ BISTÎNIN' 
 
Ruksen Mihemed anî ziman ku rizgarkirina jinên êzîdî hêzên YPJ'ê kir û wiha got: "Encama herî girîng a me di pêngavê de bi dest xist, rizgarkirina jinên êzîdî bû. Pîşti êrişa DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'aan a li Şengalê em jinên YPJ'î me soz dabû ku em ê wan biparêzin. Ji roja soza ku me ew soz daye heya îro bi rizgarkirina bi dehan jinê êzîdî me soza xwe berdewam kir. Ev soz hê jî berdewam e û heya em tola jinan bistînin em ê li hemberî DAIŞ têkoşîna xwe berdewam bikin. Em soza bilindkirina têkoşînê didin. Heya jinek êzîdî di destê DAIŞ'ê de bê girtin em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Gelê me yê bi koka xwe, dîroka xwe qedîm tê naskirin tirkî û DAIŞ'ê xwestin vê kokê ji bî rakin. 74 ferman hatin serê gelê êzidî. Me soz da gelê êzîdî em ê hemûyan rizgar bikin. Ev erka me ye. Em ê jiyanek aram, azad, bêtirs û bêîşkence ji bo hemû jinan ava bikin."
 
BANG LI DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ KIR
 
Ruksen Mihemed, cardin bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelek qadroyên DAIŞ'ê xwe di nava jinan da veşartibûn. Hêvî dikin ku wê xilafetê ava bikin. Li ser vê hişmendiyê ne. Pêngava me ji bo bidawîkirina vê ye. Em berpirsyarîyên xwe bi cih tînin. Me gelek şehît dan. Gelek hevalên me canê xwe dan. Fermandarên ku ji bo dawî li tariyê bînin, piştî dawî li DAIŞ'ê anîn, di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan. Wan soz da em jî li ser wê sozê ne. Dewleta tirk kesên li hemberî DAIŞ şer kirine dike hedef. Em ê li ser rêya hevalê xwe bimeşin. Heya dilopek xwîn jî di laşê me de hebe em ê bitêkoşin. Divê ji Tirkî hesab bê pirsîn û Tirkî were darizandin. Ji bo em dawî li terora DAIŞ'ê bînin û koka wê biqelihînin, divê hesab ji dewleta tirk bê pirsîn. Divê her kes bi vê berpirsiyariyê tevbigire. Divê hemû dewlet welatiyên xwe ji kampê bigirin. Gelek kamp hene, ev barê me yê li hemberî terorê giran dikin. Pêwîst e ku hemû dewlet erka xwe bi cih bînin."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

26/01/2023
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê