NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarên Heyva Sor a Kurd cenazeyê sivîlekî Efrînî yê li kêleka rê dîtin sipartin axê. Hat diyar kirin ku ji ber bombebarên li ser Efrînê vî welatiyî jiyana xwe ji dest daye.
Xebatkarên Heyva Sor a Kurd a li Efrînê cenazeyê sivîlekê nasnameya wî ne diyar ê Efrînê li kêleka rê dîtin sipartin axê. Xebatkarê Heyva Sor a Kurd Rêber Mustafa têkildarî bûyerê ev agahî dan: “Sê roj berê ji ber êrîşên obusan gelek kesan ji neçarî koç kirin. Me li kêleka rê cenazeyek dît û ji ber balefirên keşfê me nekarî em bibin goristanê. Ji ber vê yekê em kêleka rê di nava baxçeyên hinaran de ev cenaze veşart. Dema ku em gihiştin ser cenaze, me dît ku cenaze rojek e li vê derê ye.”