EFRÎN - Êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê 57 rojin berdewam dike. Rojnameger Erdogan Altan, diyar kir ku Efrîn bê navber tê bombekirin û di sedsala 21'an de duyemîn Halepçe te dubarekirin. Erdogan diyar kir ku li Efrînê zarok, jin, ciwan, kal û pîr dijîn û xwest êdî cîhan qêrîna van mirovan bibhîze.
Tirkiye bi hêza 2'emîn Artêşa NATO ya TSK'ê, OSO, El Kaide, El Nusra, Ehrar El Şam, Tugayên Nureddin Zengî 57 rojin li ser hev bi balafirên şer, tang û topan êrîşî Efrînê dikin. Tirkiye di 2 rojên dawî de bajarê Efrînê raste rast bombe dike û heta niha di bombekirinê de herî kêm 47 mirovên sivîl hatin kuştin. Li dijî êrîşên TSK û OSO berxwedana YPG/YPJ û QSD'ê berdewam dike. Duh TSK'ê nexweşxaneya Avrînê bombe kir û 16 welatî hatin kuştin. Der barê êrîşên li ser Efrînê Rojnameger Erdogan Altan ê 57 rojin şer dişopîne nirxandin kir.
HEM MIZGEFT Û HEM JÎ NEXWEŞXANE BOMBE KIRIN
Altan, der barê êrîşên TSK û OSO yên liser bajar agahî dan û wiha got: "Balafirên şer, obus, top bê navber Efrînê bombe dikin. Şevê din balafirên şer Nexweşxaneya Avrînê bombe kir. Mizgeftên Eşrefiye bombe kir. Kunên mezin di mînareya Mizgeftê de vebûn. Altan, anî ziman ku ketober bajar bombe dikin û wiha got: "Ji ber bombekirinê bi hezaran welatî neçar man malên xwe terk bikin. Koçî herêma Şêrawa û Şehbayê kirin.
MAŞÎNA SIVÎLAN BOMBE KIRIN
Altan, anî ziman ku welatiyên ji ber topbaranê xaniyên xwe terk dikin hinek jê bi maşîneyan û hinek jê bi meş koç dikin û wiha got: "Şevê din maşîneyek di nava karwanê de rastî êrîşa bombeyê hat. Di karwanê de maşîneyek û traktorek bû hedefa bombeyan. Di du maşîneyan de jin û zarok jî di navde gelek kes hatin kuştin. Dîsa li gel karwana mirovan sewal jî bûn hedefa bombeyan. Bi taybetî di salvegera komkujiya Helepçe de Efrîn rastî êrîşa bombeyan hat. Bi bombekirinê rê li pêş dermankirinê jî girtin. Bi dehan cenazeyên welatiyan li kolanan belav bû. Di 16'ê Adarê de komkujiya 16'ê Adara 1988'an a Helepçe dubare bû. Heman wêne dubare bû. Êdî malbat û rêveberên bajar bi xwe cenazeyan radikin.
YÊN NAXWAZIN JI MALÊN XWE DERKEVIN HENE
Li aliyekî bajar ev pêk tê, li aliyê din mirovên koç dikin naxwazin ax, mal û warên xwe terk bikin. Naxwazin şervanên xwe û axa xwe ya bedelên giran li ber wê daye terk bikin. Bi piranî mirovên dayik, bav, kal û pîr naxwazin warên xwe terk bikin. Lê berxwedêrên bajar, ji bo ewlehiya wan bi biryarin wan bibin cihê ewle. Tevî hemû geşedanan bi hezaran welatiyên sivîl naxwazin warên xwe terk bikin."
'DIXWAZIN GELÊ EFRÎNÊ BIKIN KOLE'
Altan, anî ziman ku bi destê Rusya, NATO û NY dixwazin gelê Efrînê bê vîn bihêlin û wan bikin koleyên xwe. Altan, anî ziman ku yên li vir dijîn şêniyên vir in û yên şer dikin jî zarokên wan û şervanên wan in û wina got: "Li dijî DAİŞ'ê şer kirin û şer dikin. Li dijî DAIŞ'ê zarokên xwe feda kirin. Îro dîsa li dijî El Nusra, Ehrar El Şam, DAİŞ'ê Efrînê diparêzin.
TENÊ KURD WINDA NAKIN
Altan, anî ziman ku navenda bajar bê navber tê bombekirin. Erdogan, ji navenda babajarê ku bi hezaran sivîl lê dijîn bang li cîhanê kir û got: "Di sedsala 21'an de Helepçeya duyemîn dubare dibe. Pitik, zarok, jin, ciwan, kal û pîr tên kuştin. Dibêjin vê qêrîn û hawarê bibhîzin. Ger ku hûn nebihîzin ne tenê kurd dê hemû gelê cîhanê winda bike."