STENBOL – Komîsyona Girtîgeha a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya 312’emîn a “Rûniştina F” de xwest girtiyê nexweşîna penceşêrê Mehmet Zekî Karataş bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 312’emîn de jî çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li Qada Galatasarayê pêk hat û parêzvanê mafê mirovan vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê Mehmet Zekî Karataş û xwestin bê bêrdan.
‘ÊŞA HERÎ GIRAN DIKIŞÎNE’
Parêzvanê mafê mirovan Taylan Bekîn Daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got ku li dijî girtiyên di asta herî dijwar û giran de binpêkirina maf û azadiyê pêk tê. Bekîn destnîşan kir ku girtiyê nexweşîna penceşêrê Mehmet Zekî Karataş ji sala 2011’an ve girtî ne û beriya bê girtin nexweşîna Hepatît B pê re hebûye û got: “Serê ewil baş nebaş dermankirina Karataş dihat kirin. Lê piştî OHAL’ê li ser pêkanînên kêfî, dermankirina wî tê astengkirin. Ji ber nayê dermankirin êşa herî giran dikişîne.”
Bekîn da zanîn ku ew ê bibin dengê girtiyên nexweş û dê binpêkirina mafan a neheq li ser girtiyan tê meşandin bigîhînin her deverê û xwest girtiyên nexweş bên berdan û dermankirina wan baş bê kirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.