STENBOL – Rêveberên HDP’ê li navçeya Beyoglu atolyeyên tekstîlan ziyaret kirin û kedkaran vexwendin pîrozbahiya Newrozê.
Aamadekariyên Newroza Stenbolê ya dê di 21’ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin dewam dikin. Rêveberên Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêveberên HDP’a Stenbolê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de li kolanên taxa Haci Ahmet a navçeya Beyoglu ya Stenbolê welatiyan ziyaret kirin û gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê.
Rêveberên HDP’ê bi eleqeyek mezin ji aliyê şêniyên taxê ve hatin pêşwazîkirin. Rêveberan atolyeyên tekstîlan jî ziyaret kirin û kedkaran vexwendin Newrozê.