EFRÎN - Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) duh saet 21.00’an de Nexweşxaneya Avrînê ya li Efrînê bombebaran kirin. Balafirên şer 3 bombeyên qazanê li nexweşxaneyê barandin û bi kêmahî 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl jî birîndar bûn.
Êrîşa Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê, Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî (AFP) û Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) pişt rast kirin.
Piştî gelek saziyên çapemeniyê ev êrîş weke ‘deqeya dawî’ servîs kirin, nerazîbûnên li dijî êrîşên Dewleta Tirk zêde bûn. Li ser vê yekê TSK’ê li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî û dîmenek weşand û îdîa kir ku ‘Bombebaran kirina Nexweşxaneya Avrîn ne rast e.’ Lê bi dîmenên serwîs kir, xwe derew derxist. Di dîmenên TSK’ê yên belav kir de, cihê ku wekî nexweşxane hatiye nîşandan, avahiya çapxaneyê ya Efrînê ye. Li kêleka çapxaneyê jî Nexweşxaneya Avrînê ye û di wêne û dîmenan de jî, tê dîtin ku Nexweşxaneya Avrîn hatiye bombebarankirin.
Google Earth jî, di nexşeyê de cihê Nexweşxanaya Avrîn a Efrîn ya TSK'ê bombebaran kirî, bi nivîsa Erepî nîşan dide.