ANTALYA - Pîrozbahiya li Antalya bi tevlêbûna Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezai Temellî dest pê kir. Bi hezaran kesên li qadê kom bûn li ber stranan govend gerandin û piştre Agirê Newrozê geş kirin. Di pîrozbahiyê de bi hezaran bê navber dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.
Yekem agirê Newrozê li Antalyayê bi coşek mezin û bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" hat pêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de tevî Endam û rêveberên HDP, DBP'ê yên Antalya bi hezaran welatî amade bûn. Newroza ku HDP, HDP û HDK'ê amade kir bi coşek mezin dest pê kir. Bi hezaran kurd, sosyalist, şoreşger û demokrat li Şanoya Servekiri ya Konyaalti kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di Newrozê de pankartên mezin ên bi kurdî û tirkî li ser “Newroz piroz be", "Faşizm dê winda bike gel dê bi ser bikevin", “Em bi stran û govenden xwe kom dibin” û "Jin jiyan azadi" rakirin. Li qada Newrozê alên HDP'ê bi rengên xwe zindî kir. Polîsan li dora qade tedbîrên mezin stendin. Welatiyên ji bo pirozbahiya Newrozê hatin qadê yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn.
Welatiyan bi cilên xwe yên gelêrî û rengîn qada Newrozê rengîn kirin. Ciwanên bi rengên kesk, sor û zer hatin qadê qada Newrozê rengandin. Piştî bernameyê dest pê kir, bi hezaran welatiyên li qadê kom bûn li dora stranan govend gerandin Pişti axaftin hatin kirin agirê Newrozê pêxistin li dora agir govend gerandin. Girsê bê navber dirûşmeyên "Şehit namirin", "Bijî Newroz," "Newroz piroz be" û "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.
Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî bernameyê dest pêkir, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî axaftin kirin. Piştî axaftin hatin kirin Hevserokê Gişti ye HDP'e Sezai Temelli Agire Newrozê geş kir. Piştî agir hat geşkirin Koma çiya derket ser dike u stran gotin.