NAVENDA NÛÇEYAN - Di protokola di navbera Sazumankarê Ceyş-El Wetenî û Enqereyê pêk hat de derket holê ku Enqere soz daye ku Berpirsê Çeys El Wewatî Mustafa Secarî ku yên li Efrinê hatin kuştin, wan bikin welatiyên Tirkiye, xanî û tazmînatê bidin wan.
Beriya civîna Astana Ceyş-el Wetenî (Artêşa Neteweyî" bi piştgiriya Tirkiye hat avakirin. Rêberê Ceys-El Wetanî Mustafa Secari, Efrîn hat Enqere û protolok îmze kirin. Di protokolê de derket holê ku endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kutin xanî, tazmînat bidin û wan bikin hemwelatiyên Tirkiye.
Xalitên ku di protokolê de hatin diyarkirin wiha ne.
“a- Di şer de her şervanekî Sûriyeyî yên şehit bikevin dê hevser û zarokên wan bibin welatiyên Tirkiye.
b- Yên ne zewicîbin jî dê xizmên wan bikin welatî.
c- Şervanên ku di şer de birîndar bibin dê bibin welatiyên Tirkiye.
d- Şervanên şehît bibin dê apartmanekê bidin malbatên wan.
e- Dê bi tevahî 30000 tl bidin malbatên şehîdan.
f- Ji bo her kesekî birîndar dê 15000 tl bidin malbatan.