ÎZMÎR – Li Îzmîrê ÎHD’ê û Xizmên Windayan di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li aqûbeta Hasan Ocak ê di 23’ê adara 1995’an de li Avcilara Stenbolê di binçavan de hat kukştin pirsîn.
Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Xizmên Windayan di hefteya 424’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê dewam kir. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî tev li çalakiyê bû.
Di çalakiyê de pankartên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Ji yek tîpê re na” hatin hildan. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da.
‘BILA ŞER BI DAWÎ BIBE’
Canli bibîr xist ku ew di pêvajoyek şer de derbas dibin û got ku ji komkujiya Beyazitê heta Helepçe û Efrînê gelek kuştinan dîtine. Canli da zanîn ku ew çawa duh li dijî şer bûn îro jî li dijî şer aştiyê diparêzin û xwest şer bê bidawîkirin.
AQÛBETA OCAK PIRSÎN
Canli got ku ew vê hefteyê li aqûbeta Hasan Ocak ê di 23’ê adara 1995’an de li navçeya Avcilara Stenbolê hat binçavkirin û windakirin dipirsin û li gel hemû hewldanan jî tiştek jiê lêpirsîna Ocak derneket û binçavkirina Ocak red kirin. Canli got ku ew ê têkoşîna xwe ji bo edalet û lêpirsîna windayan dewam bikin.