AMED - Li Amedê çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 475’emîn de pêk hat. Di çalakiyê de aqûbeta Halît Boran ê di sala 1995’an de dîmenên binçavkirinê wî di Show TV’î hat weşatin 23 salin agahî jê nayê girtin, hat pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 475’an de li avahiya ÎHD’ê pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin higirtin. Rêveber û endamên ÎHD’ê, xizmên windayan û aktîvîstên mafê mirovan beşdarî civînê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Halît Boran ê di sala 1995’an de li Aksaraya Stenbolê hat binçavkirin û winda kirin, hat pirsîn. Berî xwendina daxuyaniyê Sekreterê Şaxa ÎHD’a Ameê Abdusselam Înceoren axivî û wiha got: “Bi armanca em pirsa aqûbeta kesên winda bikin di hefteya 475’an de hatin gelhev. Bêyî ku em bêzar bibin, em ê her heftê ji bo aqûbeta windayan bên dîtin û faîl bên darizandin, em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”
‘ME BINÇAV KIRINA WÎ DI TV’Î DE DÎT’
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê û endamê Komîsyona Windayan Adnan Orhan çîroka Halît Boran xwend û wiha got: “Boran ê ji gundê Hereg a navçeya Lîcê ya Amedê ji bo kar çûbû Stebolê. Polîs wî li Stenbolê binçav dikin û dûrê agahî jê nayê girti. Piştî Boran hat binçavkirin 8 roj şûn de dîmenên binçavkirina wî di nûçeyên Show TV’î hat weşandin. Malbata Boran dîmenên kurê xwe di TV’î de dibînin. Piştî dîmenên Boran di TV’î de tên weşandin, malbat pê dihese ku kurê wan hatiye binçavkirin. Di TV’î de qeydên binçavkirina Boran hene. Lê ligel hemû hewldanên malbatê, êdî agahî ji Boran nayê girtin.”
Piştî axaftinan, malbata ji bo hefteyek din bên gel hev, çalakiya xwe ya vê heftê bi dawî kirin.