ÎZMÎR - Li Deryaya Egeyê keştiya ku nêzî 20 penaber bar kiribûn, noqî avê bû. Cenazeyên 14 penaberan ên jiyana xwe ji dest dan hat dîtin.
Li navçeya Didimê ya Aydinê keştiya ku nêzî 20 penaber bar kiribû, li Grava Eşek (Agothinisi) noqî avê bû. Keştiya ku nêzî 20 kes têde hebûn cenazeyên 14 penaberên ku yek jê jin û 4 zarok bûn hatin dîtin. Di encama lêgerîn û rizgarkirinê ya keştî û helîkopterên FRONTEX'ê de 3 kes hatin rizgarkirin. Lêgerîna kesên din jî didome. Ji serê meha Adarê heta niha li navçeyên Didim û Çeşmeyê nêzi 600 penaberên ku xwestin biçin Ewropa hatin girtin û ew qas jî derbasî Ewropa bûn.