EFRÎN - Êrîşa TSK'ê û OSO yên li Efrînê di roja 57'an de bi tang, top û obusan li ser sivîl didome. Hat diyar kirin ku TSK û OSO êrîşî karwana ji Efrînê derket kirin û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê di roja 57'an de berdewam dike. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine standin, traktör û wesayiteke welatiyan di konvoyê de bû hedef. Di êrîşa bi obusan de bi 10’an kesên ku di wesayitê de hatin kuştin. Di nav ên kuştî de zarok jî hene. Bi deh hezaran welatiyên sivîl ên li navenda Efrînê di bin talûkeyê dene. Ji ber ku xeta înternetê û telefonê ya Efrînê qut dibe, têkiliyeke di navenda Efrînê re nayê danîn. Hat gotin dîmenên komkujiyê hatiye tomarkirin û hewl tê dayin ku ji ajansên nûçeyan re bişînin. Duh TSK'ê di êrîşan de bi tevahî 47 sivîl kuştibûn. Nexweşxaneya Avrînê bombe kiribû, 16 sivîl hatibûn kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûbûn.