NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2 rojên dawî de di encama êrîşên tang, top û bombekirina balafiran ên li ser Navenda Efrînê de 16 jê zarok 47 welatiyên sivîl hatin kuştiin. Tevî ku ev rastî bi dîmen û wêneyan hat parvekirin jî dîsa TSK'ê got "Li dijî rastiyê" ye.
Tirkiye bi 2'emîn Artêşa NATO TSK'ê û 30 hezar endamên OSO û El Qaideyê 57 rojin bi tang, top û balafiran Efrînê bombe dike. Herî dawî piştî gotinên Bahçelî û Erdogan ên bajar xera bikin û têkevin Efrînê nava bajra bombe kirin. Di 2 rojên dtawî de li Efrînê 47 welatiyên sivîl hatin kuştin. Nexweşxaneya Avrînê hat bombekirin. Di bombekirina Nexweşxaneya Avrînê de 9 welatî hatin kuştin. TSK'ê şevê din di bombekirina bajar de piranî jê zarok 21 kes kuştin. Bi êrîşên balafir, top û obûsan, bi zanebûn sivîl kirin hedef û saet 21.00’an Nexweşxaneya Avrînê bombe kir. Sê bombeyên qazanê li Nexweşxaneya Avrînê xistin, dema êrîşê li nexweşxanê gelek nexweş û personelê nexweşxanê hebûn. Di êrîşê de, ya bi ser nexweşxanê de bi kêmanî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di encama êrîşên TSK'ê ya 2 rojên dawî de 16 jê zarok, 14 jê jin, 47 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Tevî ku bi wêne û dîmenan ev yek bi cîhanê re hat parvekirin jî TSK'ê ev yek derewand. Ajansa Nûçeyan a Fransî AFP, jî nûçe derbas kir û diyar kir ku Rayedarên Heyva Sor a Kurd agahî daye û bûyer piştrast kiriye. Midûrê Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) Rami Abdel Rahman jî daxuyanî da çapemeniyê û piştrast kir ku di êrîşan de 2 jên ducanî bi giştî 16 sivîl hatin kuştin. Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî Nûçeya "Nexweşxane Bombe kirin" belav kir.
Tevî ku çapemeniya Îngîlîs û Fransayê jî agahî pişt rast kir TSK'ê ev yek wekî nerast bi nav kir û got: "Li dijî rastiyê ye."