KARAMAN - Li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê, girtiyê nexweşîna giran Nezîr Dayan ji ber ku di telefonê de gotin “Îşkenceyên giran li me dikin” rayedarên girtîgehê telefon birîn.
Girtiyê nexweşîna giran Nezir Dayan ê li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got îşkence li wan tê kirin. Malbata Dayan, diyar kir ku hevdîtina wan a bi telefonê deqeyekê jî direj nekir û wiha bilêv kir: “Dayan got îşkenceyên giran li me dikin. Piştî telefon qebût bû, em li girtîgehê geriyan, lê bersiva telefona me nedan.”
Malbata Dayan a ketin nava fikaran, serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Dayan di sala 2004’an de bi îdîaya “Endamê rêxistinê” hat girtin û nexweşîna dil a kronîk, astim û bronşîtê pêre hene.
‘IXBAREK DEREWE’
Em bi telefonê li rayedarên girtîgehê geriyan. Rayedariyên girtîgehê bersiva “Tiştek wiha tuneye. Îxbarek derewe’ dan û bêyî ku bersiva pirsên me bidin telefon girtin.