STENBOL - Yek ji xizmên girtiyan Mehmet Nezî Tekîn, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê gardiyan tim bi ser qawîşan de digirin û girtiyan derp dikin. Tekîn, got ku li girtîgehê pêkanînên salên 80’î pêk tînin.”
Hat diyar kirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Birayê girtî Mustafa Tekîn Mehmet Nezîr Tekîn ê bi telefonê birayê xwe axivî, wiha got: “Birayê min ji min re got ‘cilên yek tîpî ferzî me dikin, gardiyan tim bi ser qawîşên me de digirin û me derp dikin.’ Gava gardiyan dikevin hûndirê qawîşan dixwazin girtî li ser piyan hejmarê bidin û vê yekê li ser girtiyan ferz dikin.”
‘PÊKANÎNÊN SALÊN 1980’IYAN’
Tekîn, da zanîn ku girtiyên van pêkanînan qebûl nakin, cezayê hucreyê didin wan û wiha bilêv kir: “Girtî bi rojan di hucreyan de dimînin. Heta ku rewşa girtiyên nexweş giran nebe, wan nabin nexweşxanê. Ev pêkanînek dij mirovahiye. Ev rêbaz, dişibin pêkanînên salên 1980’î.”
Tekîn, bal kişand ser rewşa biraziyê xwe Serhat Tekîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê jî û wiha domand: “Biraziyê min 8 mehin di hucreyê deye. Serhat tim rastî tundî û îşkenceyê tê. Ev îşkece û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan teqez nayên qebûl kirin. Binpêkirinên mafan di girtîgehan de mijara gotinê ye. Divê demildest rayedar mudaxileyê vê bikin û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.”