ENQERE - Davut Onder ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Kirikkalê, ragihand ku rayedarên girtîgehê cezayê dîsîplînê dane 75 girtiyên li dijî pêkanîna cilên yek tîpî daxwazname dan Wezareta Dad’ê.
Davut Onder ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Kirikkalê, nameyek şand û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîhê ji raya giştî re eşkere kir. Onder di nameya xwe de wiha got: “Hemû hewldanên me yên li dijî binpêkirinên mafan bê encam man. Bi dehan car derbarê mijarê de, me ji dadgeha înfazê, dozger û Wezareta Dadê re daxwazneme nivîsandin. Lê me tu encam negirtin. Di vî warî de heta bêje hêrsa me mezin bûye û dibe ku her kêlî bûyer derbikevin. Ji bo bûyer dernekevin hewldanên me hene, lê raydarên girtîgehê di vî warî de tu tiştî nakin.”
‘EM Ê TU CARÎ QEBÛL NEKIN’
Onder, da zanîn ku pêkanîna kincên yek tîpî li ser girtiyan ferz dikin û wiha pê de çû: “Rayedarên girtîgehê di derdê çawan kincên yek tîpî li me bikin dene. Em bi vekirî dibêjin, em ê tu carî vê pêkanînê qebûl nekin. Herî dawî ji bo şermezar kirin cilên yek tîpî me ji Wezareta Dad’ê re daxwazneme şendin. Lê rayedarên girtîgehê ji ber vê cezayê dîsîplînê da me 75 girtiyan. Bi van nêzîkatiyan dixwazin vê pêkanînê bi me bidin qebûl kirin. Lê emê tu carî li dijî bêmafiyan bêdeng nemînin.”