STENBOL - Welatiyan li i Başakşehirê ya Stenbolê Agirê Newrozê geş kirin û li dora agir govend gerandin. Welatiyan bê navber dirûşmeyên ij bo Efrinê berz kirin.
Newroza Stenbolê dê di 21'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pîrozkirin.
Ji niha de agirê Newrozê li Başakşehirê geş bû. Welatiyên ku li Başakşehîrê agirê Newrozê geş kirin li dora agir Newroz pîroz kirin û govend gerandin.
Komê di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrinê” berz kirin.
Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.