STENBOL – Endama MYK’a HDP’ê Gulsum Agaoglu diyar kir ku gelek tiştên ji jinên di berxwedana Efrînê de cih girtin hene û got: “Em ê bi feyza têkoşîna jinên Efrînê qadên Newrozê tije bikin.”
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglu rola jinên di berxwedana Efrînê de cih girtin û Newroz ji bo jinan tê çi wateyê nirxand.
'HEVRÛBÛNA RASTIYÊ ASTENG DIKIN’
Agaoglu êrîşên di demên dawî de yên li dijî jin û zarokan bibîr xist û bertek nîşanî fermana “Bila nûçe neyên çêkirin” Serokomar Erdogan ku ji bo îstîsmarkarina zarokan gotibû da. Agaoglu wiha got: “AKP naxwaze civak bi rastiyan re hevrû bimîne.”
‘BI ÊRÎŞÊN EFRÎNÊ RE ZIMANÊ TUNDIYÊ KIRIN RÛTÎN’
Agaoglu bal kişand êrîşên li ser Efrînê û wiha got: “Her roj em li li hember ekranên televîzyonan şahidiya dagirkeriya li dijî Efrînê û şerê bêrmerhamet ê li wir dikin. Mirina mirovan li ser hejmarê radigîhinin. Em dizanin ku zimanê milîtarîst ê serdestiya zilaman tundiyê rewa dike. Çunkî herî zêde şer zerarê dide jin û zarokan. Ji jiyana rojane heta pêlîstokên zarokan vê pêvajoyê dide nîşandan. Tundiya li ser medyayê tê bikaranîn elbet li ser jiyana rojane bandorê dike. Bi Efrînê ev rewş bû wek halê rûtîn ê jiyanê. Bi nêzîkatiyên ‘3 hezar kes mir’ bûyeran didin nîşandan, lê bele em şahidên mirina sivîlên li wir in.”
‘LI DIJÎ KOMKUJIYAN MEHA BERXWEDANÊ’
Agaoglu bal kişand ser girîngiya meha adarê û wiha domand: “Meha adarê her tim bûye meha komkujiyê. Ev meh ji bo gelê kurd girîng e. Meha adarê li dijî komkujiyan bûye meha berxwedanê. Her wiha bûye mehek berxwedana şîar û helbestan. Ji 8’ê Adarê dest pê dike, bi komkujiyên Gazî, Beyazit û Helepçe heta 21’ê Adarê roja Newrozê dewam dike. Di vê mehê de li dijî zilmê agirê Kawayê Hesinkar ê berxwedanê geş dibe. Di vê mehê de li dijî zilmê berxwedan dibe şîar. Di vê mehê de em ne zilmkaran, berxwedêran bibîr tînin.”
‘BI FEYZA BERXWDANA EFRÎNÊ EM BIÇIN QADÊN NEWROZÊ’
Agaoglu destnîşan kir ku jin bi rûhê 8’ê Adarê li dijî zimanê şer û milîtarîzmê aştiyê qîr dikin û wiha pêde çû: “Di 8’ê Adarê de jinan anî ziman ku ew şer naxwazn. Dê li qadên Newrozê jin carek din şer red bikin û aştî û azadiyê daxwaz bikin. Çunkî li kêleka me şerê Efrînê heye. Dê bi vê hişmendiyê jin û gel qadên Newrozê tije bike. Em ê bi feyza têkoşîna jinên Efrînê qadên Newrozê tije bikin. Em ê feyza Sara, Rojbîn û Ronahiyan Newroza xwe pîroz bikin.”
‘GELEK TIŞTÊN EM JI BERXWEDANA EFRÎNÊ HÎN BIBIN HENE’
Agaoglu anî ziman ku berxwedan û têkoşîna jinên li Kobanê, Efrînê û tevahiya Rojava li dijî zilmê li ber xwe dan îlhamê dide wan û got: “Ji ber vê yekê gelek tiştên em ji berxwedana Efrînê hîn bibin hene. Em ê bi rûhê berxwedana wan li qada bin û têkoşîna xwe bilind bikin.”
MA / Necla Demîr