29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e

MÊRDÎN - Cîhan Sancar, hevjîna Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar ku 29 sal berê hatibû qetilkirin û hê jî kujerên wî nehatine dîtin, got: "Hem êşa wî, hem jî serbilindiya wî mezin e. Dê di têkoşîna me de bijî. Em soz didin."
 
Di ser qetilkirina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar re 29 sal derbas bûn ku di 4'ê Îlona 1993'an de tevî rêvebirê DEP'ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr bi êrişeke çekdarî re rû bi rû mabû. Piştî kuştinê li bajêr qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û wezîrên wê demê Necmettîn Cevherî û Mehmet Golhan îdia kiribûn ku kiryar di heman rojê de hatine zevtkirin. Serokwezîra wê demê Tansû Çîllerê jî derpêş kiribû ku kiryar hatine girtin û Midûrê Polîsanê Giştî Mehmet Agar jî bereksê wan gotibû: "Kar lewitandine. Em hinekî bêdeng bin."
QEZAYA SÛSÛRLÛKÊ
 
Pêşî Tugayên Tolhildanê yên Tirk (TÎT) ragihandibû ku wan kiriye. Lê di 3'yê Mijdara 1996'an de di qezaya li navçeya Sûsûrlûk a Balikesîrê de têkildarî bûyerê agahiyên nû derketibûn holê. Bi vê bûyerê re ku wekî "Qezaya Sûsûrlûkê" ket nav rûpelên dîroka Tirkiyeyê, cînayet û kiryarên derqanûnî yên bi bi destê dewletê, siyaseta wê û mafyayên girêdayî wê hatibûn kirin kifş bûbûn. 
 
Di rapora "Qezaya Sûsûrlûkê" de ku ji aliyê Musteşarê Serokwezîrtiyê ya demê Kûtlû Savaş ve hatibû amadekirin, derbarê qetilkirina Sîncar de agahiyên girîng cih girtibûn. Di raporê de hatibû diyarkirin ku Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr ji aliyê Mahmut Yildirimê bi bernavê "Yeşîl" û îtîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hatine qetilkirin. Çendî rapor radestî serokwezîrê wê demê Mesût Yilmaz hatibû kirin jî, ji damezrînerên JÎTEM'ê Mahmüt Yildirim nehat zevtkirin.
 
29 SAL IN NEHATIYE DÎTIN
 
Kesên navê wan di Rapora Sûsûrlûkê de derbas dibin nehatin darizandin. Tenê girtiyê ji Hîzbûllahê Cîhan Yildiz û Ejder Arpayê tu carî nehat dîtin, wekî berpirsê cinayetê hatibûn hesibandin. Di darizandina hatibû kirin de li Yildiz cezayê muebbedê hatibû birînm û dosyeya Arpa ji ya wî hatibû veqetandin. Derbarê kesên din de jî tu lêpirsîn nehatibû kirin. Her wiha daxwaza jinûve darizandina Cîhan Yildiz a ji aliyê parêzerê wî ve hatibû kirin, di sala 2019’an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hatibû qebûlkirin. AYM'ê bi hinceta "darizandina li dadgehên eskerî bûye cihê binpêkirinên mafan" û biryara tehliyeya Yildiz dabû. 
 
SALEK MAYE
  
Danişîna ku di 2'yê Cotmeha 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê car didin dest pê kiribû, didome û salek maye ku dosye têkeve ber demboriyê. Danişîna bê dê di 12'ê Kanûnê de bê lidarxistin û daxwaza ji bo girtina bersûc Cîhan Yildiz jî nayê qebûlkirin.
 
‘ÊŞA WÎ JÎ SERBILINDIYA WÎ JÎ MEZIN E'
 
Sîncar anî ziman ku Mehmet Sîncar her tim soza daye ku li cem gelê xwe be û ji bo vê jî têkoşiyaye û got: "Digot, 'Her roj mirov tên kuştin, gund tên şewitandin. Ma ez ê çawa wiha bisekinim. Ew li cem min bûn, divê ez jî li cem wan bim. Belkî ez nikaribim bi dewletê, lê ez li cem wan im, ez nûnerê wan im.' Karê xwe bi vî awayî kir. Wan jî bi vî awayî 'ceza' lê birî. Dewletê got, cezayê wan ne girtîgeh ne jî sirgûn, jiholêrakirin e û li Êlihê ew kuştin. Hem êşa wî, hem jî serbilindiya wî mezin e."
 
‘DEMÎREL ÎHALE TEKLÎF DIKIR'
 
Sîncar da zanîn ku wê demê Suleyman Demîrel ji Mehmet Sîncar re gotiye ger dest şopandina şewitandina gundan berde dê îhaleyan bidin wî û hevjînê wê jî gotiye, "Ez ê li cem gelê xwe bim." Sincar anî ziman ku hevjînê wê ji ber vê nerieht bûye û gotiye, "Kesekî ku xwîna wî pênc qurîşan nake, radibe dibêje xwe bifiroşe." 
 
Sîncar got: "Gava meclîs vebû, her kes rabûbû ser pêyan lê ew ranebûbû." 
 
DEWLETÊ KIRYAR PARASTIN
 
Sîncar destnîşan kir ku dewletê heta niha erka xwe bi cih neaniye û got, lê ew bi xwe çi ji destê wan hatiye kirin. Sîncar anî ziman ku dewletê di sala 2004'an de bi Mehmet Agar û pêkhateyên din ên "dewleta kûr" re peymanek çêkiriye û kiryar parastine û kiryarên kurdan jî xwe spartina parastina "Me çi kiribe, me ji bo dewletê kiriye." 
 
Sîncar destnîşan kir ku ji ber vê yekê guh li rayedarên berê nehatiye kirin û niha xetereya demboriyê heye li ber dosyeyên bi vî rengî. 
 
‘DÊ DI TÊKOŞÎNA ME DE BIJÎ'
 
Sîncar bilêv kir ku Mehmet Sîncar jî wekî Şêx Seîd û Seyît Riza bi awayekî fizîkî ji holê hatiye rakirin, lê tune nebûye û got: "Çawa ku bi hezaran lehengên kurdan nehatine jibîrkirin, Mehmet Sîncar jî nayê jibîrkirin. Gel jî bi vî awayî qebûl dike û em malbat jî. Lewma çi ji destê me bê em ê ji bo rûmeta xwe biparêzin. Em ê bêdeng nemînin. Em ê derdê xwe li her derê bibêjin. Bê guman em ê rojekê bigihêjin armanca xwe. Em ê biçin ser gorên kesên ku bedêl dane, bibêjin canê xwe belsebeb nedane, rihet rakevin. Em ê di 30'yemîn salevegera wî de tevî kesên hevrêtiya wî kirine behsa jiyana wî bikin. Bernameyeke me ya bi vî rengî jî  heye. Çawa evîndarê gelê xwe bû, çi bê bîra kê... Her kesî tiştek dîtiye miheqe. Projeyeke me ya bi vî rengî heye. Hem dikeve ber demboriyê hem jî 30 sal temam dibin. Lewma ji bo sala bê jî bernameya me diyar e. Em ê tevî hevrêyên wî û zarokên wî, wî tim bibîr bînin. Jixwe li ser wêneyê wî jî nivîsandine 'tu yê di têkoşîna me de bijî.' Soza me soz e."
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

08/09/2022
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin