ÎZMÎR – Li Bayrakliyê, Ahmet Silikê ku hişê wî bi awayekî qismî ne temam e, baş nabihîse, hêla wî ya rastê felcî ye û bi zorê dimeşe, piştî salekê dema cara ewil ji malê derket hat girtin û ew şandin girtîgehê. Hevjîn û keça Silik xwestin demildest bê berdan.
Li Taxa Onûr a navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, welatiyê bi navê Ahmet Silik ê 74 salî ku hişê wî bi awayekî qismî ne temam e, baş nabihîse, hêla wî ya rastê felcî ye û bi zorê dimeşe hat girtin. Piştî 6 sal û 6 meh û 22 roj cezayê Silik ê di sala 2012’an lê hatibû birîn hat erêkirin hat girtin û ew şandin girtîgehê. Silik ji ber nexweşîna xwe piştî salekê şûn de cara ewil ji mal derket û hat girtin. Malbata Silik diyar kir ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike û xwest demildest bê berdan.
Silik di sala 1984’an de tevî malbata xwe ji gundê Dêrawit ê Dihêya Sêrtê koçî Îzmîrê dike û di sala 2004’an de careke din vedigere gundê xwe. Ji wê rojê ve salê carekê ji bo li darên xwe yên fisteqan binêre Silik diçe gund û tê. Dema carekê dîsa ji bo fisteqan çûbû gundê xwe, di 4’ê Mijdara 2011’an de bi hinceta “îxbar” heye tevî Suphiye Saîn (75) û kurê wê Orhan Saîn (57) hat binçavkirin. Silik û yên pê re hatin binçavkirin di 8’ê Mijdara 2011’an de bi hinceta “alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin. Hersê kes nêzî salekê di girtîgehê de man û di 19’ê Cotmeha 2012’an de hatin berdan. Paşê Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê ku hat girtin, piştî berdanê bi 2 mehan der barê Suphiye û Orhan Saîn de biryara beraetê da, lê belê der barê Silik de jî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” 6 sal û 6 meh û 22 roj ceza birî. Dadgeha Bilind di 21’ê Sibata 2017’an de cezayê Silik erê kir.
PIŞTÎ DEMEK DIRÊJ CARA EWIL JI MAL DERKET, LÊ HAT GIRTIN
Lê belê piştî girtina ewil her çû tenduristiya Silik xirab bû û di vê pêvajoyê de nexweşînên wekî şekir, dil û tansiyona bilind lê peyda bûn. Paşê bi awayekî qismî felcî bû û bi awaykî qismî hişê wî çû. Her wiha di vê navberê de Silik emeliyata prostatê û ji ber demarên serî xitimîbûn du caran emeliyat bû. Silikê ku êdî bi tena serê xwe nikaribû jiyana xwe îdame bike, ji destpêka 2017’an ve nikaribû derkeve derve. Malbat û parêzerên wî daxwazname ji Wezareta Dadê û saziyên têkildar re nivîsandin, da cezayê wî bê taloqkirin.
Lê belê Silikê ku demeke dûr û dirêj ji mal derneketibû, di 9’ê Adarê de dema bêyî hayê malbatê jê hebe ji malê derket û çû qehwexaneyê, polîsên hatin qehwexaneyê li nasnameya wî nêrîn û bi hinceta der barê wî de biryara girtinê heye ew binçavkirin. Pêşî Silik birin Edliyeya Îzmîrê û ji wir jî birin Girtîgeha Tîpa F a Jimare 2’yan a Kiriklarê.
Binevş Silik (71), behsa rewşa hevjînê xwe kir û got, nikare binî xwe jî paqij bike. Silik diyar kir ku ew dixwazin hevjînê wê bê berdan.
Keça wî Ayşe Silik jî, diyar kir ku bavê wê di girtîgehê de nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike. Keç Silik raporên bavê xwe yên nexweşxaneyê nîşan da û xwest bavê wê bê berdan. Silik, destnîşan kir ku li girtîgehê bavê wê xistine “qawîşa serbixweyan” û got: “Ji bo bavê min bê berdan em tev digerin. Ji bo pêdiviyên bavê min bi cih bên, me daxwaz kir ku di vê pêvajoyê de qet nebe bila wî ji qawîşa serbixweyan derxînin û têxin qawîşa yên siyasî. Qet nebe wê li wir hin kes alîkariya wî bikin. Lê ev daxwaza me nehat qebûlkirin. Rewşa bavê min nebaş e. Em dixwazin hem bavê min hem jî hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
MA / Ahmet Kanbal-Rûken Demir