EDENE - Li Edeneyê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Tê payîn ku herî kêm wê 40 hezar kes tev li pîrozbahiya Newrozê bibe û wê agirê Newroza îsal ji bo Efrînê bê vêxistin. Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Mehmet Yaşik got: “Eger beşdarbûyîneke xurt çê bibe, wê pîrozbahiya Newrozê bibe şewqvedana Efrînê.”
Wê Newroza îsal li Edeneyê jî bi dirûşmeya “Newroz Berxwedan E, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e” bê pîrozkirin. Wê Newroz li Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînanê bê pîrozkirin. Wê wekî axaftvan Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Serpîl Kemalbay û Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen tev li pîrozbahiyê bibin. Her wiha amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê jî bênavber didomin û wê rojeva sereke Efrîn be.
‘EM Ê SEKNEKE LI DIJÎ ZILMÊ NÎŞAN BIDIN’
Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Mahsûn Erîg ku Komîteya Amadekar a Newrozê de cih digire, diyar kir ku wê îsal jî gel li gor wate û girîngiya Newrozê tev li pîrozbahiyan bibe. Erîg destnîşan kir ku wê di Newrozê de peyama wan a herî girîng dawîlêanîna şerê li Efrînê be û got: “Em ê li dijî zilmê sekneke cidî nîşan bidin. Gelê me li ser vî asasî amadekariyên Newrozê dike.” Erîg bi lêv kir ku ew dixwazin di Newrozê de vê peyamê ragihînin gelan û kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin ku ev şer ne şerê kurd û tirkan e, ev ne pevçûna di navbera birayan de ye.
Erîg diyar kir ku Newroz roja yekîtî, bihevrebûn û piştevaniyê ye û got: “Bi hatina biharê re rengên kesk, sor û zer çê dibin. Gelê me, nemaze jî jin bi kincên xwe yên rengorengo bi coşeke mezin li benda Newrozê ne.”
‘HEDEF HERÎ KÊM 40 HEZAR KES E’
Hevserokê DBP’a Edeneyê Mehmet Yaşik jî got: “Gelê kurd ew gel e ku di salên 90’î yên herî zor û zehmet de Newroz pîroz kiriye. Gel bi heyecabeke mezin li benda Newrozê ye. Bi nêzbûna Newrozê re li taxan liv û tevgerînek xwe daye der. Hedefa me ew e ku herî kêm bi 40 hezar kesî Newrozê pîroz bikin.” Yaşik îtifaqa AKP-MHP’ê û şerê li Efrînê bi bîr xist û got: “Newroz ew roj e ku divê kurd di vê rojê de bên gel hev.”
‘JI BO EFRÎNÊ’
Yaşik, bang li gel kir ku li dijî şerê li Efrînê dengê xwe bilind bike û got: “Di pêvajoya Kobaniyê de eger kurd daneketanan qadan, wê îro rewşa Kobaniyê ne ev bûna. Wê çaxê Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan got ‘ha dikeve ha dikeve.’ Lê belê îro Kobanî azad bû. Eger Newroz bi girseyeke xurt bê pîrozkirin, wê bibe şewqvedana Efrînê û wê gelê kurd li vir bi ser bikeve. Hem gel bi hêrs e, hem jî heyecana Newrozê pê re heye. Di xebatên ji bo Newrozê de piştevaniyeke zêde heye. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê.”