EEFRÎN – Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê Encêla Reşo da zanîn ku gelek birîndarên sivîl di nexweşxaneya Avirîn de têne dermankirin û îdîaya ragihandina Tirk a valakirina nexweşxaneyê derewand. Reşo anî ziman ku di bombekirinê de 9 nexweşan jiyana xwe ji dest dane.
Şevê din Nexweşxaneya Avrînê ku bi sedan birîndar lê tên dermankirin hat bomkirin. Piştî bombekirinê ragihandina Tirkiye îdîa kiribû ku nexweşxane vala ye. Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê Encêla Reşo daxuyanî da û wiha got: "Di encama bombebarana balafirên Tirk ên li ser nexweşxaneya Avirîn 9 sivîl şehîd bûn, gelek sivîl jî birîndar bûn. Em bagn li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî dikin ku komkujiyên li dijî gelê Efrînê rawestînin. Em 24 saetan xebatên tenduristî û dermankirinê didomînin û hewl didin sivîlan xelas bikin."