ÎZMÎR -Hevşaredara Şaredariya Şemrexê Necla Yildirim ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, dema ji bo îfadedayînê çû qereqolê hat binçavkirin.
Hevşaredara Şemrexa Mêrdînê Necla Yildirim a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, dema di çarçoveya lêpirsînekê de ji bo îfadedayînê çû Qereqola Polîsan a Ozkanlarê hat binçavkirin. Yilidirim birin Şaxa TEM'ê ya Emniyeta Îzmîrê.