RIHA– Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Mûstafa Goktaş, piştî 14 rojên binçavkirinê hat girtin.
Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Mûstafa Goktaş ku li Stenbolê hat binçavkirin û ew anîn Rihayê, hat girtin. Piştî 14 rojên binçavkirinê îfadeya Goktaş li TEM'a Rihayê hat girtin û îro ew şandin Edliyeya Rihayê. Daxuyaniyên 2014'an û hevdîtinên telefonan wekî hincet hatin nîşandan û dozgeriyê li ser îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" ew bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi heman îdiayan biryara girtina Goktaş da û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.