ÊLIH – Ji bo pîrozbahiya Newroza Êlih û Sêrtê şertê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin anî. Dê li Êlih û Sêrtê di 21’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin.
Li Sêrtê dê di 17’ê adarê de û li Êlihê jî di 18’ê adarê de pîrozbahiyên Newrozê bihatina lidarxistin. Miduriyetên Polîsan ên her du bajaran destûr nedan 17 û 18’ê adarê. Li ser vê yekê dê li Êlih û Sêrtê jî di 21’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin.
Li her du bajaran jî Komîteyên Amadekar lez dan xebatên pîrozbahiya Newrozê û bang li gel hat kirin ku di 21’ê Adarê de her kes berê xwe bide qadên pîrozbahiyê.