AMED – Li Farqînê di serdegirtina malan de rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê birêve dibe de, polîs û leşkeran li navenda navçeya Farqînê û gundan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehat hînbûn.
Yên hatin binçavkirin ev in: Rêveberê DBP’a Farqînê Şaban Îlter, Rêveberê HDP’a Farqînê Eyup Koşar, Gulan Elma, Delîl Gunduz, Fadlî Tuncer û Ridvan Tuncer.
Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.