PARÎS - Tirîbûnal a Navneteweyî ku Tirkiye lê tê darizandin îro jî li Parîsê berdewam kir. Di civîna Tribunalê ya îro de Komkujiya Roboskî niqaş kirin. Di civînê de xizmên kesên li Roboskê jiyana xwe ji dest dane Faruk Encu, şahidî kir û wiha got: “Ev komkujiyek bi zanebûn bû. Ambulans nehatin. Helîkopterên li jora me wekî li fîlm temaşe bikin, temaşe kirin.
Danişîna Tirîbûnal a Navneteweyî ku Tirkiye lê tê darizandin îro jî li Parîsê berdewam kir. Di danişîna ku 7 dadgerên navneteweyî amade bûn îro jî li heman salonê berdewam kir. Di danişîna îro de sûcên dîrokî, siyasî, çandî û aborî yên Tirkiye kirine hetin niqaşkirin.
Piştî komkujiyên li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûr û Geverê hatin hiqaşkirin, piştre prz. Jan Fermon, diyar kir ku di 28'ê Kanûna 2011’an de li Roboskê 34 welatî hatin qetilkirin û wiha got: "Ne tenê bûyera Roboskê, gelek bûyerên bi vî rengî pek hatin. Ev sûcên şer in. Ewil Faruk Encu yê di komkujiya Roboskê de birayê xwe winda kir şahidî kir. Piştre komkujî bi dîmenan hatin temaşekirin.
Faruk Encu, bûyera di şeva 28-29'e Kanûna 1911'an de vegot û wiha got: "Li ser sînor bazirganî di bin çavdêriya balafir û rayedaran de dihat kirin. Qet ne dihat aqilan ku komkujiyek bi vî rengî pêk bê. Em nefikirîn ku balafirên F16 Roboskê bombe bikin. Piştî bombe hatin barandin hemû rê ji aliyê leşkeriyê ve hatin girtin. Fermandarê qereqoyê yê wê demê got "Netirsin em dizanin kî li wir e. Em tenê fîşekê ronîkirinê davêjin herêmê. 34 sivîl bi 3 bombardimanan hatin qetilkirin. 500 metre li nêzî qada leşkerî ev komkujî pêk hat. Ambulans nehat. Helikopteran li ser me wekî ku fîlm temaşe kirin temaşe kirin.
Encu, anî ziman ku wan di serdema komarê de tu carî sînor nas nekirin û wiha got:
Frederike Geerdink jî wekî şahida duyemîn axivî. Geerdink, diyar kir ku piştre bi berfirehî bûyer lêkolîn kir û kir pirtûk. Dewletê bi komkujiya Roboskî tola xwe ji me hilanî. Dewweltê xwest tola xwe hilînin. Lê li vir ne PKK gel hebû. Li ser îstîxbarata derew ev komkujî pêk hat. Beriya komkujiyê Lijneya Ewlehiya Neteweyî kom bû. Ewil biryar stendin û piştre xistin biryarê.
KESKÎN: TUNDIYA LI DIJÎ JINAN SÛCÊ ŞER E
Şahida bûyeran Eren Keskin jî anî ziman ku Ekin Wan hat kuştin û wiha got: "Jin rastî gelek tundiyan tê. Lê nikare vê tundiyan parve bike. Ji salên 1990’an heta niha jin rastî gelek tundiyên dijwar hatin. Jinên kurd li Mêrdîn rasti îstîsmara zayendi hatin. “Hemû polîtîkayên tundiyê cînayetên polîtîk in. Tundiya zayendî ya li ser Ekin Wan hat kirin rastina tundiya zayendî nîşan dide. Di 2015’an de li navçeya Gimgimê ya Mûşê bedena wê hat tazîkirin û wêneyên bedena razî parve kirin. Ev îşkence ye. Tevê serledana sûc heta niha tu necam nehatiye bi destxistdin. Ji ber şertên OHAL'ê heta niha hemû rêyên darazî û hiqûqê li me hatiye girtin. Ev mijar ji bo Yekitiya Ewropa jî pirsgirêk in. Tirkiye gelek peyman îmze kirine. Gelek binpêkirinên mafên mirovan pêş dikevin. Îro di medya civakî de behsa Ekîn Van bê kirin jî dê bi endamtiya rêxistinî bên darizandin. Gelek jinên ku serî li me didin û alîkariya hiqûqî dixwazin bi piranî jinên kurd in. Herî zêde jinên kurd rastî tundiya zayendî tên.
TERORA DEWLETÊ HEYE
Pişti vegotina komkujiya Roboskî û tundî û cînayetên li ser jinan cînayeta Musa Anter û êrîşên li ser DEP’ê hatin vegotin. Hevserokê KCD'ê yê berê Hatîp Dîcle der barê zext û tundiya li ser DEP'ê axivî. Dîsa êrîş û zextên li ser Rojnameya Ozgur Gundemê jî bên vegotin.
KOMKUJIYA PARÎSÊ
Îro dê komkujiya li Parisê di 9'ê Çileya 2013'an de pêk hat jî dê bê vegotin. Di komkujiya Parîsê de sazumankara PKK'ê Sakine Cansız, Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fidan Doğan Endama Tevgera Ciwanên kurd a Ewropa Leyla Şaylemez, bi hevre hatd diyarkirin ku ji aliyê Omer Guney ve hatine kuştin.