BURSA - Li Bursayê xebatên Newroza 21’ê Adarê berdewam dikin. Piştî serlêdana Kocaeliyê hat redkirin, biryar hat dayîn ku li Stenbolê Newroza xwe pîroz bikin.
Li navçeya Yildirim a Bursayê xebatên 21’ê Adarê ya bi şîara “Newroz bexwedane, li dijî faşîzmê bihara gelane” bedewam dikin. Dê Newroz saet 15.00’an li Qada Bazara Arabayatagi pêk were. Komîteya Amadekar a Newrozê ku ji 7 kesan pêk tê, xebatên xwe birêve dibin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîlî û gelek hunermendên herêmê dê beşdarî Newrozê bibin.
KOCAELÎ DÊ LI STENBOLÊ BEŞDARÎ NEWROZÊ BIBE
Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî ku xwest di 17’ê Adarê de Newrozê pîroz bike, lê Walîtiya Kocaeliyê destûr nede. Li ser vê yekê Rêxistina HDP’ê ya Kocaeliyê biryar da ku di 21’ê Adarê de li Stenbolê Newrozê pîroz bikin.