AMED - DBP û Baroya Amedê, bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek nivîskî dan û komkujî lenet kirin. DBP’ê, diyar kir ku zarokên malbatên wê rojê li Helepçeyê hatin qetilkirin, îro li berxwe didin û dê sibe jî qezenc bikin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Baroya Amedê bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê ku di sala 1988’an Serokê Dewleta Îraqê Saddam Huseyîn pêk anî, daxuyaniyên nivîskî weşandin û kesên di Komkujiya Helepeçê de jiyana xwe ji dest da bibîr anîn.
‘ÊŞA 30 SALAN HÊJ ZINDIYE...’
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku êşa 30 salan a gelê kurd ê Komkujiya Helepçeyê hêj zindiye û wiha hat gotin: “Komkujiya Helepçeyê ya Rejîma Baasê pêk anî ji hafizeyan naçe. Zarokên malbatên wê rojê li Helepçeyê hatin qetilkirin, îro li ber xwe didin û dê sibe jî qezenc bikin. Em ê Komkujiya Helepçeyê tu carî ji bir nekin û nedin ji bîr kirin.”