NAVENDA NÛÇEYAN – Dîmenên vê sibehê li Efrînê hatin qeydkirin, hedef girtina sivîlan a Tirkiyeyê piştrast dike. Ev dîmen hemû daxuyanî û îdiayên der barê Efrînê diderewîne. Zarok jî di nav de hene gelek welatî li kolanê kuştî ne û di nav xwînê de tên xuyakirin.
Îro salvegera komkujiya ku bi hezaran kurdan jiyana xwe ji dest da ya Helepçe ye. Komkujiya Helepçe ji aliyê Serokê Dewleta Iraqê Saadam Huseyîn ve pêk hatibû. Di 30’yemîn salvegera Komkujiya Helepçe de li Efrînê mohra xwe li bin komkujiyek mîna Helepçe hat dayîn. 55 roj in Tirkiye li dijî Efrînê êrîşên xwe dewam dikin. Hêj bi hezaran sivîl li navenda bajêr e û ji duh bi şev ve heta van kêliyan ji hewayî û bejahiyê ve topbarankirin û bombebarankirin.
Di encama vê bombebarankirina dijwar de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Heta niha têkildarî van kuştinan daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn, lê her saeta hejmara kuştiyan zêde dibe. Dîmenê hovîtiyek û komkujiyek vê sibehê ji Efrînê hat kişandin, pêivanên komkujiya çawa dijwar pêk hatiye radixîne ber çavan.
BI HIŞYARIYA +18 PARVE KIR
Dîmenên li ser ekranên hin televîzyon û hesabên medya civakî yên mîna twîterê hatin parvekirin, hovîtiya Komkujiya Helepçeyê ya 30 sal berê tîne ber çavan û hişê mirov. Ji rojnamegerên li Efrînê Mohammed Hassan ê li wir dixebite, li ser platforma medya civakî ya twîtterê ya bi navê “@MHJournalist” ew dîmenên ku şahidiyê ji komkujiyê re dike weşand.
CENAZE LI NAV KOLANÊ NE
Rojnameger Hassan hişyariya “+18” kir û bi van nîşeyan dîmen parve kir: “Efrîn. Balafirên şer ên tirk 18 jê sivîl û ji 45 kesan bêtir kes kuşt.” Di bin vê nîşeyê de jî dîmenên şêniyên bajêr li nav kolanan hatine qetilkirin heye.
Di dîmen de tê xuyakirin ku hemû welatî sivîl in û li nav kolanê di nav xwînê de dirêjkirî ne. Di nav dîmenên kesên jiyana xwe ji dest dane zarok jî hene û ev yek baş tê dîtin.
WELATÎ DEMA AMADEKARIYÊ DERKETINA JI BAJÊR DIKIN
Her wiha di dîmen de hûrguliyek din jî ew e ku welatî kelûpelên xwe li wesayîtan siwar kiriye û amadekariyê ku dê ji ber êrîşan ji bajêr derbikevin. Lê hemû kelûpelên wan jî li nav kolanê belav bûne. Di dîmen de tê dîtin ku raste rast welatî hedef hatine girtin.
Bi van dîmenan jî carek din aşkere bû ku daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê ku dibêjin sivîl nayên kuştin diderewîne û bi her awayê her tiştî rave dike.
Hat hînbûn ku dîmenên bûyerê li ser riya Raco li taxa Mehmudiyê ya Efrînê hatine kişandin. Ji duh ve ev tax di hedefa êrîşên Tirkiyeyê de ye û êrîşên dijwar li vir pêk tên.
DI BIN KAVILAN DE CENAZE HENE
Ji ber êrîşa obus, top û bombeyan gelek avahî hilweşiyane û cenazeyên gelek kesan di bin kavilê van avahiyan de mane.