EDENE - Endamê Meclîsa HDP’ê Abdulselam Demîrkiran, li ber avahiya partiyê ji aliyê polîsan hat binçavkirin.
Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdulselam Demîrkiran, di saetên şeva 15’ê Adarê gava ku ji avahiya HDP’ê ya Edeneyê derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Demîrkiran ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Edeneyê.