ENQERE - Endamê Meclîsa HDP’ê Bariş Karabiyik li ser “Îfadeya te heye” çû Midûryeta Polîsan, bi hinceta parmekirinên tora civakî hat girtin.
Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bariş Karabiyik, di şeva 15’ê Adarê de li ser “Îfadeya te heye” çû Midûryeta Polîsan a navçeya Kozana Enqerê, piştî îfade dayînê sewqî dozger hat kirin. Dozger îfadeya Karabiyik girt û bi hinceta parvekirinên tora civakî û îdîaya “Li ser navê rêxistinê propaganda kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi heman îdîa û hincetê biryara girtina Karabiyik da.