COLEMÊRG - Mustafa Geylan ê li Girtîgehe Hejmara 2 ya Ewlekariya Bilind a Elezîzê tê girtin, rayedarên girtîgehê pirtûka “Guzel Tanriça” ku wî nivîsandiye, nadinê.
Di demên dawî de Girtîgeha Hejmara 2 ya Ewlekariya Bilind a Elezîzê bi pêkanên li ser girtiyan ji rojevê dernakeve. Mustafa Geylan ê 19 salin di girtîgehê deye, berî 7 mehan ji Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê sîrgûnê Girtîgeha Hejmara 2 ya Ewlekariya Bilind a Elezîzê hat kirin, lê raydarên girtîgehê pirtûka “Guzel Tanriça” ya Geylanî di girtîgehê de nivîsandî nadinê.
Malbata Geylan a çû hevdîtinê, diyar kir ku pêkanînên keyfî yên li girtîgehê giran bûne û malbat rastî zextên rayedarên girtîgehê tên.
NAHÊLIN HEV HEMBÊZ BIKIN!
Birayê Geylan Fahîr Geylan, anî ziman ku berî sê rojan weke malbatî çûn hevdîtina birayê xwe û wiha axivî: “Muameleyên pir xerab li me kirin. Heya bincilkên me jî lêgerîn kirin. Di hevdîtinê de zextên derûnî kirin. Hevdîtin pir kurt birîn û gef li girtiyan dixwarin. Ligel hevdîtina vekirîbû jî, destûr nedan girtî xizmên xwe hembêz bikin. Gardiyan ji ber serê me neçûn û hemû axaftinên me guhdar kirin. Ji bo ev bêhiqûqî bi dawî bibin, em bang li raya giştî ya siyasetmedar û demokratîk dikin ku deng derxînin.”